Oscar Fingal O'Flahertie Wills Wilde (16.10.1854 – 30.11.1900) şanonivîs, helbestvan û eseyîst îrlendî bû.

Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.
Di Wikipediyayê de nivîsek li ser Oscar Wilde heye.

Pend biguhêre

  • Dostê dirist kêrê li dilî did
  • Mirov çend Jîyana bijî dê hind caran mirit.
  • Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.
  • Ramîn û pûnijîn nesaxlemtirîn tiştê dinyayê ye û bi wê jî - wek bi her êşê - mirov dimire.
  • Jin bo jêhezkirinê ne, ne bo têgihiştinê.
  • Dem serifandina pareyan e.
  • Herdem dijminên xwe efû bike - ti tişt wisan wan naqehirîne.
  • Çima welidîm nav mirovên vî zemanî?!
  • Amerîka tek welat e ku ji barbarîzmê gihiştiye dekadensê bêyî ku di qonaxa sivîlîzasyonê re derbas bibe.
  • Amerîkî bêguman qehremanperist in, û qehremanên xwe jî herdem ji nav tawankaran dibijêrin.
  • Tenê mirovên nebalkêş li ser taştê geş in.
  • Xencerek ji sed epîgraman encamdertir e.
  • Biborin ku We nanasim; ez pirr guherrîme.
  • Zelam ji kerrixê, jin ji mereqê dizewicin; dilê herduyan jî jê sar dibe.
  • Bextiyariya zelamê zewicî girêdayî wan kesan e yên ku ew pê re nezewicî ye.
  • Dema Chopinî lê didim wa dixuye li wan gunehan digirîm yên ku min ti car nekirine.
  • Kêmasiyê pêşketinê ew e ku ew pêşve lê ne paşve diçe.
  • Jiyan tiştek wisan giring e ku nabe mirov qet bi cidî jê biaxive.
  • Ma vekolerên Hamletî bi rastî dîn yan jî xwe di dîniyê datînin?
  • Deynê dîrokê li me ew e ku em wê ji nû ve dinivîsin.
  • Dema em bextiyar em herdem qenc in, lê dema em qenc em ne herdem bextiyar in.
  • Bêhişî ye ku mirovan wek qenc û xirab parve bikî. Mirov yan kêfxweş in yan jî nebalkêş in.
  • Carine difikirim ku dema Xwedê mirov afirandin, hinekî şiyana xwe zêde hesibandibû.
  • Min ew wisan baş dinasî ku deh sal bû pê re nediaxiftim.
  • Jixwehezkirin destpêka romansek ebedî ye.
  • Nikarim sed pirtûkên herî baş bibijêrim ji ber ku min tenê pênc nivîsîne.
  • Her kes dikare romanek sê-beşî binivîse. Tek tiştê lazim ew e ku divê ew bi temamî nezan be, hem ji jiyanê û hem jî ji wêjeyê.
  • Wê jinê, ya ku paşeroj hebe, pêşeroj nîne.
  • Tecrûbe ye ew nav yê her kes dide şaşiyên xwe.
  • Kêfa mirovî bi dibistanan tê lê divê neyê jibîrkirin ku ti tiştê hejî zanînê nikare bêt hînkirin.
  • Di dinyayê de du cûn mirov hene: yên ji tiştên nayên bawerkirin bawer dikin, û yên kiryarên neihtimal dikin.
  • Vî zemanî mirov dikare ji her tiştî xilas bibe - mirin ne tê de.
  • Reşbîn ew kes e yê bihayê her tiştî dizane lê nirxê ti tiştî nizane.
  • Pêşî zarrok ji dêbavên xwe hez dikin. Paşî wan rexne dikin. Kêm car - ger qet - wan efû dikin.
  • Berê textê şkenceyê hebû, niha çapemenî.
  • Rojname bûne kevneperist: êdî mirov dikare bê xem baweriyê bi wan bîne.
  • Min dest ji xwendina pirtûkan berdaye. Pê hesîm ku ew ramanên min ji min bi xwe dûr dixin.
  • Di biserketina mirovî de herdem tiştek heye ku dostên wî jî diqehirîne.
  • Mode ew e ya li mirovî bi xwe. Bêmode ew e ya li ber xelkê.
  • Herî zêde ji muzîka Wagnerî hez dikim. Dengê wê wisan bilind e ku di dema guhdarîkirina wê de mirov dikare suhbetê bike bêyî ku ti kesî guh li ti kesî bibe.
  • Her jin zêde diaxive.
  • Jin - sfînksên bê raz.
  • Ken ne destpêkek xirab e bo dostaniyê, û baştir e bi wî dawî jî lê bêt anîn.
  • Zewq tek tişt e ku baş e mirov bo bijî. Ti tişt wek bextiyariyê zû pîr nabe.
  • Min ti tişt bo gumirkkirinê nîne, tenê jîriya min.
  • Şîretên baş didim xelkê. Ma bo çi ye bi xwe re bihêlim?
  • Vî zemanî xort û ciwan bawer dikin ku tek tişta giring pare ye lê dema ew mezin dibin, ew dizanin ku wisa ye.
  • Şano biserketinek mezin bû lê cemawer têkçûnek dilşkîn.
  • Wijdan û tirsonekî jixwe eynî tişt in. Wijdan navê fîrmayê ye.
  • Ti tişt wek bextiyariyê pîr nabe.
  • Ez ji prensîpan zêdetir ji mirovan hez dikim û ji mirovên bêprensîp ji hemiyan zêdetir.
  • Vî zemanî hemî mêr wek bekaran in û hemî bekar wek mêran in.
  • Diviya her kesî rojnivîska kesek din binivîsiya.
  • Hemî helbestên nebaş ji hestên resen dertên.
  • Bo ku mirov bibe endamê civatên baş divê vî zemanî xwarin û vexwarinê bide xelkê, kêfa xelkê bîne û xelkê biruxîne.
  • Piştî firavînek xweş mirov dikare hemiyan bibexşîne, ta xizmên xwe jî.
  • Tek cudahiya navbera yê xêrker û yê gunehkar ew e ku rojên borî yên yê xêrker in, rojên bên yên yê gunehkar in.
  • Kuna merîkê, ya ku pirr baş hatiye çêkirin, tek xeleka di navbera hunerê û siriştê de ye.
  • Bila tenê mezadvan heyranî hemî rêçên hunerî bin.
  • Hunermendên nebaş herdem heyranî berhemên hev in.
  • Ger rastiyê bibêjî, zû yan dereng dê pê bikevî.
  • Karkirin laneta çînên serxweş e.
  • Ti car werzişan li derve nakim, ji bilî domînoyê... Min carine domîno li qehwexaneyên frensî yên ser kolanan kiriye.
  • Trajediya pîriyê ne ew e ku mirov pîr e lê ew e ku ne genc e.
  • Jin bi rêgirtina nêzîkbûna zelaman dest pê dikin û bi gerrîna li reva wan bi dawî tînin.
  • Sexbêrî: tişta em di kesên din de navê wê dikin tirsonekî.
  • Mirov nikare ti car dijminên xwe bi sexbêrî bibijêre.
  • Tek tiştê qet lê poşman nabe xeletî ye.
  • Hevaltî ji evînê pirr trajîktir e - gelek dirêjtir xwe radigire.
  • Dostê durist kêrê herdem li dilî dide.
  • Ji bilî bêhişiyê ti guneh nîne.
  • Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.
  • Gotina rastiyê dijwar e. Lê ku bêyî neçarkirin ku derewan bikî hê kembaxtir e.
  • Di ezmûnan de yên bêhiş wan pirsan dikin ku yên hişyar nizanin bersivê bidin.
  • Dema têt peyitandin (îsbatkirin) ku olek rast e, ew dimire û dibe zanist.
  • Ti hunermendek hêja tiştan wek ku çawan in nabîne. Ger ew wisan bibîne, dê êdî ne hunermend be.
  • Gelek hêvî bi demokrasiyê ve hatibûn girêdan lê demokrasî bi kurtî ev e: derbeyên gel li gel.
  • Ti pirtûk ne biexlaq yan bêexlaq in. Her pirtûk yan baş yan jî xirab hatiye nivîsîn.
  • Her cara ku kesek dibe evîndar, tek car e ku ew bûye evîndar.
  • Zelam dikare bi kîj jina hebe re bextiyar be lê tenê ger jê hez neke.
  • Dema kesek dibe evîndar, pêşî xwe dixapîne û taliyê xelkê.

Çavkanî biguhêre

Yên din biguhêre

  • Ne qeşe lê îtîraf gunehên me dixefirîne.