• Benîştê dînan bi lîtiran e.
  • Bi ya ker, manker horî ye.
  • Bertîl keviran nerm dike.
  • Bi werîsê dînan xwe bermede binê bîran.
  • Dengê daholê ji dûr ve xweş e.
  • Deve bi kodikê nayê avdan.
  • Devê rovî negihîşt tirî got tirş e.
  • Dewar mekire li nîsanê, jinan hilnebijêre li dîlanê.
  • Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e.
  • Dil şûşe ye, ku bişikê nayê cebirandin.
  • Ez dixwim nan û avê, min mineta kesî navê.
  • Fermana devan derket roviyan baz da.
  • Golikê malê ji gayê malê natirse.
  • Gur bi du pariyan namire.
  • Her giha li ser koka xwe hêşin dibe.
  • Her teyr bi refê xwe re.
  • Ji çavê kor hêstir nayê.
  • Ji dilê xweş re her tim bihar e.
  • Kes nabêje dewê min tirş e.
  • Kevir navêje kûçikê xwe ku cîran jî navêjin.
  • Mar nabin yar.
  • Mirov ji mitriban dew napê.
  • Pîrê memire bihar tê, kero nemire qîvar tê
  • Rûyê beq di avê de şil nabe.
  • Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.
  • Tu çi têkî kewarê ew ê bê xwarê.
  • Xeta xwar ji gayê pîr e.
  • Xwedê goşt dide mirovê bê diran.
  • Zikê têr hay ji yê birçi nîne.
  • Xwedê nokan dide bêdiranan.