Gotinên pêşiyan (A)

  • Aqil sivik e ling çepal e
  • Aqilê giran mû kêr dike
  • Aqilê sivik barê giran e
  • Aqilê kurî bi teyran re firî
  • Aqilê kurî se pê de birî
  • Arê xwe pêtiye, ariya xwe rêtiye
  • Arvanê salê di salê de diçe
  • Aş dike aşvan dixwe
  • Aş digere qeraş xwe dipesinîne
  • Aşê dînan bê av digere
  • Aşê nezanan xwedê digerîne
  • Aşvanê aşê mîran bi xulam in
  • Ax û avahî, nav û navdarî
  • Axa mêr û jinan yek e
  • Axa ji xulam re got, xulam ji seyê xwe re, se ji dilê xwe re got
  • Ahê bizina kol ji ya bi quloç re namîne
  • Axayê tiral bê xulam dimîne
  • Axayê me bû pilo, şîva kerê me bû çilo
  • Av bi evrazî naçe
  • Ava golan zû genî dibe
  • Av diçe avahiyan
  • Av di cihê teng de deng dike
  • Av radbû, sikir belav bû
  • Av riya xwe bixwe dibîne
  • Ava bîran bi tedbîran
  • Ava li serî, çi bihustek çi çar tilî
  • Ava xwestî naçe hestî