Ronahî ji dilekî bo dilan
Ronahî ji dilekî bo dilanBijartin û wergerandinHusein MuhammedDiyarî bo xwişka min Kewser Muhammed
Carine bikêr e kêlîkekê rawestî, çavekî li rêçên pêve boriyayî bigerrînî, li biryarên xwe bipûnijî. Bîskek bêpêjn dikarî rê bidî lehiyên robarê ramanên xwe. Peyvên li rûpelên jêrîn diyarî te dikim bi armanca ku bibin çira û ronahiyê bidin ramanên te bi xwe. Wek helbestvanan gotiye: “Ramanên mezin di dilî de diafirin.” Kerem bike vê fenerê ya ku ronahiyê diyarî deryaya dilê te dike.
Rîga, 16.8.2006
Roja xweş mirovî hişmend dike John Masefield
Ralph Waldo Emerson
Di guldankê her bêna beybûnan dimîne tevî ku pelên wan ji mêj ve çilmisîne. Tavheyva zîvîn ya zarrotiyê hê jî pencerên pîriyê dibiriqîne.
Ti tiştek din hêjayî bidestxistinê nîne ji bilî bişirînê û hezkirina hevalan
Dostanî ne pêdivî ye, wek ku felsefe û huner jî ne pêdivî ne… Di cenga man û nemanê de ew bênirx in. Lê bêyî wan man bêwate ye.
Dê di du mehan de pirrtir dostan peyda bikî ger bala xwe bidî wan ji ku du salan hewl bidî ku bala wan bikêşî ser xwe.
Ti evîn yan dostanî di ser rêka me re nabore bêyî ku şopek ebedî lê bihêle.
Tecrûbe mamosteyek tund e: berî waneya yekem azmûnan bi me dike.
Spas bo jiyanê: bi tavê şa bûme, li nav xemla biharê meşîme, pûnijîme û evîndar im –ma hê çi bixwazim!
Dostên dêrîn mîna meyê ne, di tarîtiya embarê ve tên parastin. Li xortaniyê bersiva xeyalên min bûn û niha jî dermanê derdên min in. Di nav dengûdor û qerebalixê de gotina rastiyê li eniya wan diyar e. Evîn zêrran li parsekan dike lê dostanî nirxê dirist dinase.
Yezdanê hemûzan berî her tiştî baxçe afirand. Û bi rastî jî baxçe paktirîn zewq û mezintirîn dilhênker e.
Tenê evîn dikare mirovan wisan bigihîne hev ku wan qenc û sax bike ji ber ku tenê evîn birînan bi qasî pêdivî ji kûr dibirre daku wan bicebirîne.
Hêza awiran di çîrrokên evînî de wisan kêm hatiye nirxandin ku êdî bawerî pê nayê. Kêm kes diwêrin îtîraf bikin ku du mirov bi gerrandina çavekî li hev bûne evîndar. Lê rastî tam wa ye! Ti tişt ne hindî wan şokên elektrîkê bihêz e yên ku du giyan di awirên pêşîn de li hev didin.
Ji hemû diyariyên ku jiyan dike para me, dostanî ya herî delal e.
Ez tenê kesek im. Nikarim her tiştî bikim lê dikarim tiştekî bikim. Û xwe ji tişta bikarim bikim nadim paş.
Zarrok paşerojê û pêşerojê nanasin. Ew bi vê kêlîkê dilşa ne. Kêm ji me mezinan hosteyî wê hunerê ne.
Gul pelên xwe yên mîna baskên pelatînkan ji mêrgê re vedikin, raberî baweşa bayî dikin. Em ên gumanber, mijûl, bêna xwe teng dikin, bi dizîkî dijûnan didin. Bi baweriya xwe ya zarrokane bişkojên şil ewran radimûsin, rengê esmanan jê werdigirin û me jî ber bi şadiyê dibin.
Çavkanî |