Oscar Wilde: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
better image (GlobalReplace v0.3) |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
[[Wêne:Oscar Wilde 3g07095u-adjust.jpg|thumb|right|''Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.'']]
{{w}}
'''[[w:Oscar Wilde|Oscar Fingal O'Flahertie Wills Wilde]]''' (16.10.1854 – 30.11.1900) [[w:şanonivîs|şanonivîs]], [[w:helbestvan|helbestvan]] û [[w:eseyîst|eseyîst]] [[w:Îrlenda|îrlendî]] bû.
== Pend ==
* Dostê dirist kêrê li dilî did
* Mirov çend Jîyana bijî dê hind caran mirit.
* Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.
* Ramîn û pûnijîn nesaxlemtirîn tiştê dinyayê ye û bi wê jî - wek bi her êşê - mirov dimire.
* Jin bo jêhezkirinê ne, ne bo têgihiştinê.
* Dem serifandina pareyan e.
* Herdem dijminên xwe efû bike - ti tişt wisan wan naqehirîne.
* Çima welidîm nav mirovên vî zemanî?!
* Amerîka tek welat e ku ji barbarîzmê gihiştiye dekadensê bêyî ku di qonaxa sivîlîzasyonê re derbas bibe.
* Amerîkî bêguman qehremanperist in, û qehremanên xwe jî herdem ji nav tawankaran dibijêrin.
* Tenê mirovên nebalkêş li ser taştê geş in.
* Xencerek ji sed epîgraman encamdertir e.
* Biborin ku We nanasim; ez pirr guherrîme.
* Zelam ji kerrixê, jin ji mereqê dizewicin; dilê herduyan jî jê sar dibe.
* Bextiyariya zelamê zewicî girêdayî wan kesan e yên ku ew pê re nezewicî ye.
* Dema Chopinî lê didim wa dixuye li wan gunehan digirîm yên ku min ti car nekirine.
* Kêmasiyê pêşketinê ew e ku ew pêşve lê ne paşve diçe.
* Jiyan tiştek wisan giring e ku nabe mirov qet bi cidî jê biaxive.
* Ma vekolerên Hamletî bi rastî dîn yan jî xwe di dîniyê datînin?
* Deynê dîrokê li me ew e ku em wê ji nû ve dinivîsin.
* Dema em bextiyar em herdem qenc in, lê dema em qenc em ne herdem bextiyar in.
* Bêhişî ye ku mirovan wek qenc û xirab parve bikî. Mirov yan kêfxweş in yan jî nebalkêş in.
* Carine difikirim ku dema Xwedê mirov afirandin, hinekî şiyana xwe zêde hesibandibû.
* Min ew wisan baş dinasî ku deh sal bû pê re nediaxiftim.
* Jixwehezkirin destpêka romansek ebedî ye.
* Nikarim sed pirtûkên herî baş bibijêrim ji ber ku min tenê pênc nivîsîne.
* Her kes dikare romanek sê-beşî binivîse. Tek tiştê lazim ew e ku divê ew bi temamî nezan be, hem ji jiyanê û hem jî ji wêjeyê.
* Wê jinê, ya ku paşeroj hebe, pêşeroj nîne.
* Tecrûbe ye ew nav yê her kes dide şaşiyên xwe.
* Kêfa mirovî bi dibistanan tê lê divê neyê jibîrkirin ku ti tiştê hejî zanînê nikare bêt hînkirin.
* Di dinyayê de du cûn mirov hene: yên ji tiştên nayên bawerkirin bawer dikin, û yên kiryarên neihtimal dikin.
* Vî zemanî mirov dikare ji her tiştî xilas bibe - mirin ne tê de.
* [[Geşbînî û reşbînî|Reşbîn]] ew kes e yê bihayê her tiştî dizane lê nirxê ti tiştî nizane.
* Pêşî [[zarrok]] ji dêbavên xwe hez dikin. Paşî wan rexne dikin. Kêm car - ger qet - wan efû dikin.
* Berê textê [[şkence]]yê hebû, niha [[çapemenî]].
* [[Rojname]] bûne kevneperist: êdî mirov dikare bê xem baweriyê bi wan bîne.
* Min dest ji xwendina pirtûkan berdaye. Pê hesîm ku ew ramanên min ji min bi xwe dûr dixin.
* Di [[Biserketin û têkçûn|biserketina]] mirovî de herdem tiştek heye ku dostên wî jî diqehirîne.
* Mode ew e ya li mirovî bi xwe. Bêmode ew e ya li ber xelkê.
* Herî zêde ji muzîka Wagnerî hez dikim. Dengê wê wisan bilind e ku di dema guhdarîkirina wê de mirov dikare suhbetê bike bêyî ku ti kesî guh li ti kesî bibe.
* Her [[Jin û mêr|jin]] zêde diaxive.
* [[Jin]] - sfînksên bê raz.
* Ken ne destpêkek xirab e bo dostaniyê, û baştir e bi wî dawî jî lê bêt anîn.
* [[Zewq]] tek tişt e ku baş e mirov bo bijî. Ti tişt wek bextiyariyê zû pîr nabe.
* Min ti tişt bo gumirkkirinê nîne, tenê jîriya min.
* Şîretên baş didim xelkê. Ma bo çi ye bi xwe re bihêlim?
* Vî zemanî xort û ciwan bawer dikin ku tek tişta giring pare ye lê dema ew mezin dibin, ew dizanin ku wisa ye.
* Şano biserketinek mezin bû lê cemawer têkçûnek dilşkîn.
* Wijdan û tirsonekî jixwe eynî tişt in. Wijdan navê fîrmayê ye.
* Ti tişt wek bextiyariyê pîr nabe.
* Ez ji prensîpan zêdetir ji mirovan hez dikim û ji mirovên bêprensîp ji hemiyan zêdetir.
* Vî zemanî hemî mêr wek bekaran in û hemî bekar wek mêran in.
* Diviya her kesî rojnivîska kesek din binivîsiya.
* Hemî [[helbest]]ên nebaş ji hestên resen dertên.
* Bo ku mirov bibe endamê civatên baş divê vî zemanî xwarin û vexwarinê bide xelkê, kêfa xelkê bîne û xelkê biruxîne.
* Piştî firavînek xweş mirov dikare hemiyan bibexşîne, ta xizmên xwe jî.
* Tek cudahiya navbera yê xêrker û yê gunehkar ew e ku rojên borî yên yê xêrker in, rojên bên yên yê gunehkar in.
* Kuna merîkê, ya ku pirr baş hatiye çêkirin, tek xeleka di navbera hunerê û siriştê de ye.
* Bila tenê mezadvan heyranî hemî rêçên hunerî bin.
* [[Hunermend]]ên nebaş herdem heyranî berhemên hev in.
* Ger rastiyê bibêjî, zû yan dereng dê pê bikevî.
* [[Kar]]kirin laneta çînên serxweş e.
* Ti car werzişan li derve nakim, ji bilî domînoyê... Min carine domîno li qehwexaneyên frensî yên ser kolanan kiriye.
* Trajediya pîriyê ne ew e ku mirov pîr e lê ew e ku ne genc e.
* Jin bi rêgirtina nêzîkbûna zelaman dest pê dikin û bi gerrîna li reva wan bi dawî tînin.
* Sexbêrî: tişta em di kesên din de navê wê dikin tirsonekî.
* Mirov nikare ti car dijminên xwe bi sexbêrî bibijêre.
* Tek tiştê qet lê poşman nabe xeletî ye.
* Hevaltî ji evînê pirr trajîktir e - gelek dirêjtir xwe radigire.
* [[Dost]]ê durist kêrê herdem li dilî dide.
* Ji bilî bêhişiyê ti [[guneh]] nîne.
* Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.
* Gotina [[rastî|rastiyê]] dijwar e. Lê ku bêyî neçarkirin ku derewan bikî hê kembaxtir e.
* Di ezmûnan de yên bêhiş wan pirsan dikin ku yên hişyar nizanin bersivê bidin.
* Dema têt peyitandin (îsbatkirin) ku olek rast e, ew dimire û dibe zanist.
* Ti hunermendek hêja tiştan wek ku çawan in nabîne. Ger ew wisan bibîne, dê êdî ne hunermend be.
* Gelek hêvî bi [[Demokrasî|demokrasiyê]] ve hatibûn girêdan lê demokrasî bi kurtî ev e: derbeyên gel li gel.
* Ti pirtûk ne biexlaq yan bêexlaq in. Her pirtûk yan baş yan jî xirab hatiye nivîsîn.
* Her cara ku kesek dibe [[evîndar]], tek car e ku ew bûye evîndar.
* [[Zelam]] dikare bi kîj jina hebe re bextiyar be lê tenê ger jê hez neke.
* Dema kesek dibe evîndar, pêşî xwe [[xapandin|dixapîne]] û taliyê xelkê.
'''Ji inglîzî: [[Husein Muhammed]]'''
Line 266 ⟶ 92:
=== Yên din ===
* Ne qeşe lê îtîraf gunehên me dixefirîne.
[[Kategorî:Kes|Wilde, Oscar]]
|