Kêf û zewq: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Ferhengvan (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
Ferhengvan (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |

Rêz 6:
| style="background-color: #f8f8ff; border: 2px solid #e2e2ff; padding: 0.6em;" |
* Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye.<br
Sardanapalus (paşayê dawîn yê Asûryayê)
* Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.

Alexis (300 bz)
* Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ku dê zû biqede.

Erubin (450 bz)
* Ew dixwin, ew vedixwin, ew direqisin û distrin.

Geoffrey Chaucer
* Nîne rengîntir zewq ji ramanê.

Jorge Luis Borges
* Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin.

Konfuçe
* Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.<br
Epikuros
* Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî.
<br
* Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e.
<br
* Ew keşîşên han ne dixwin daku bijîn lê dijîn daku bixwin.
* Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm.
<br
* Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ku em bijîn tenê daku em bixwin.<br
Se'diyê Şîrazî
* Cejn ji civatê çêdibe.
<br
* Zewq bi xwe tiştek baş e, tek tişta baş e.
<br
* Bawer dikim ku dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. Lew min bo xwe kiriye pend ku her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne.

Tobias Smollet
* Çend pirrtir lê biçe, hind pirrtir bizewq e.
<br
* Ya te bihadartir standibe, dilnermtir jê hez dikî.
<br
* Dilbertirîn tişt bo me ew e ya ku li ser me bihagiran sekiniye.
<br
* Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin.
<br
* Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan.<br
Thomas Paine
* Rojekê jî bê zewq neborîne!

nenas
* Ji bilî zewqa wan, ti tişt ne xema kesekî ye.

Publius Ovidius Naso
* Zewqa herî ewledar herî kêm tê nirxdan.
<br
* Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin.
<br
* Mirov herdem amade ne ji skandalan bawer bikin.
<br
* Coşdartirîn zewq ya gîrokirî ye.
<br
* Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî.
<br
* Zewq e em wan tiştan bikin yên ku xelk bawer nake ku em dikarin bikin.
<br
* Ger zewq bibe mijûliyek berdewam, ew êdî namîne zewq.
<br
* Ger bikarî zewqê û mifayê bikî yek, hemû para te ye.
<br
* Muzîk dermanek şirîn e bo derdan.

Quintus Horatius Flaccus
* Gîroyî ruxîner e bo wan yên ku bo tiştekî amade ne jî.

Marcus Annaeus Lucanus
* Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye.

Dante Alighieri
* Hêdîka bilezîne.

Caesar Augustus (Gaius Octavius)
* Yê lezok ne hişmend e.

pendek çîniyan
* Ji bahozê hez dikim û ji bayê hêwir ditirsim.

Qiralîçe Kristîna (1626 - 1689)
* Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin.

Qiralîçe Kristîna
* Hez û azwerî xwêya jiyanê ne.

Qiralîçe Kristîna
* Bilezettirîn tişt ew e ku zewqê bo xelkê peyda bikî.

Jean de La Bruyére
* Mirov lawirek xwarinçêker e.

James Boswell
* Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ku têr zewqê jê bistînin.

Kazuko Okakura
* Baştir biryar nîne ji wê ku dest ji lez û bezê berdî.

Henry David Thoreau
* Yezdan afirandin erd û esman lê ti basa lez û bezê nekir.

pendek fînlendiyan
* Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike.

Leo Baeck
* Mereqdarî bo mirovan gunehkariyek xwezayî û xweristî ye.

Michel de Montaigne
* Me ti zewq yan qencî nîne ku piçek xirabî têkilî nebûbe.

Michel de Montaigne
* Hesûdî mereqdariyê diafirîne.

Molière
* Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e.

Plutarkhos
* Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin.

Laotse (500 bz)
* Dijwarî çend xurt be, dijberî hind bihêztir dibe.

Jean de La Fontaine
* Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. Tenê yê bi serê xwe digerre azad e.

Aaro Hellaakoski
* Gunehê xwe çend kûrtir gihandibe, hind şirîntir e.

William Congreve
* Agir jî ji razan asantir e bo ku mirov di devê xwe de bigire.

Caius Petronius Arbiter
* Heza xwepesndana bi hindê ku razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ku ew raz bêt diyarkirin.

Samuel Johnson
* Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ku ti niyet nîne ku wan li nik xwe biparêzin.

Charles Caleb Colton
* Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e.

Musaios
* Tevî ku du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin.

pendek elmanan
* Muzîk tek zimanê hevpar yê hemû dinyayê ye.

Samuel Rogers
* Peyvên nerm, yên bêwate stranan diafirînin.

Edmund Waller
* Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin.

Platon (Efletûn)
* Muzîk evînek e ku li peyvên xwe digerre.

Sidney Lanier
* Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî.

Horacio Guarani
* Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin.

Joseph Addison
* Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer?

Honoré de Balzac
* Rîsk tamê didin jiyanê.

Alexander Smith
* Di talûkeyan de bijî! Xaniyê xwe li betena Vesuvius ava bike!

Friedrich Nietzsche
* Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de.

François Rabelais
* Zewqdartirîn tişt ew e ku basa wan belayan bêt kirin yên ku mirov jê filitiye.

Euripides
* Tenê canê azad bi ebedî xort dimîne!

Johann Paul Richter (Jean Paul)
* Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be.

Voltaire
* Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî.

Samuel Johnson
* Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr.

John Donne
* Tenê derya kûriya deryayê dinase

nenas (ji Nîti Sastras n. 1250)
* Li herderî derdorî min tenê av û esman e.

Publius Vergilius Maro
* Av, tenê av e li herderê.

Samuel Taylor Coleridge
* Derya siriştane hevpar e bo hemûyan.

Titus Maccius Plautus
* Derya bi hezaran awayan dikene.

Aiskhylos
* Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire.

John Keble
* Betalî şirîn e.

Decimus Junius Juvénalis
* Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm.

William Shakespeare
* Ma keştî ji bilî zindanê çi ye?

Robert Burton
* Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî.

Paul Valéry
* Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê.

John Fletcher
* Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne.

Homeros
* Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin.

John Gay
* Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan.

Pirtûkên Pîroz, Pendname
* Piyaleyek meyê dikare tiştên seyr û sosret bike: dilî ji barê diltengker azad bike.

Quintus Horatius Flaccus
* Sê perdaq mey her kesî tînin ser rêya rast.

pendek çîniyan
* Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe.

George Pettie
* Pesna meya kevn bide.

Pindaros
* Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne.

Columbanus (600)
* Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e.

Thomas Jefferson
* Nîne evîn bêyî mey.

Euripides
* Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî.

Euripides
* Nîne şadî bêyî mey.

Pesachim (n. 450)
* Mey evînê dixe dilê te ger zêde venexwî.

Publius Ovidius Naso
* Mey jiyan e.

Caius Petronius Arbiter
* Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike.

Henry Fielding
* Mey pişta xwe dide mirov: pêşî dost e û paşî dijmin.

pendek ewropiyan
* Mey yekem çek e ku şeytan pê êrişî xortan dike.

Eusebius Hieronymus
* Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e.

Alkaios
* Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê.

Aleksis Kivi
* Bêdengî têkiliya dilê jixwehay e li gel xwe.

Henry David Thoreau
* Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye.

Henri Amiel
* Di tevliheviyê spehîtî nîne.

Fîlonê Îskenderyayî (n. 10/15 bz - 50 pz)
* Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye.

Jonathan Swift
* Spehîtî ji rêkûpêkiyê diafire.

William King
* Tişta bikêr bedew e.

Platon (Efletûn)
* Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî.

Victor Hugo
* Spehîtî xwe li ser bingehên pêdivîtiyê digire.

Ralph Waldo Emerson
* Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e.

Khrysippos
* Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye!

Ben Jonson
* Bawer dikim ku başî tenê ew e ku spehîtî di jiyanê de tê bikaranîn.

Jean-Jacques Rousseau
* Axiftin ji hev dike, bêdengî li hev tîne.

Henry David Thoreau
* Bo ku yekî bêdeng bikî, pêşî bi xwe bêdeng be.

Mariano José de Larra
* Bêdengî şert e daku bikarî xwe bigihînî bilindtirîn hişmendiyê.

Ebdullah ibn Muqeffe
* Her tiştê gir û gewre di bêdengiyê de diafire.

Erik Gustaf Geijer
* Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye.

Thomas Carlyle
* Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin.

Keigemni (n. 2500 bz)
* Rewatiya hebûna spehîtiyê di wê bi xwe de ye.

Ralph Waldo Emerson
* Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî.

Oscar Wilde
* Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê.

Leo Tolstoy
* Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike.

August Stringberg