Kêf û zewq: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Ferhengvan (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
Ferhengvan (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 6:
| style="background-color: #f8f8ff; border: 2px solid #e2e2ff; padding: 0.6em;" |
* Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye.
* Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.
* Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ku dê zû biqede.
* Ew dixwin, ew vedixwin, ew direqisin û distrin.
* Nîne rengîntir zewq ji ramanê.
* Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin.
* Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.
* Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî.
* Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e. ~ ‘‘[[Jonathan Swift]]
* Ew keşîşên han ne dixwin daku bijîn lê dijîn daku bixwin. ~ ’’[[François Rabelais]]
* Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm. ~ ‘‘[[Sokrates]]
* Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ku em bijîn tenê daku em bixwin.
* Cejn ji civatê çêdibe. ~ ‘‘[[pendek inglîzan]]
* Zewq bi xwe tiştek baş e, tek tişta baş e. ~ ‘‘[[Jeremy Bentham]]
* Bawer dikim ku dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. Lew min bo xwe kiriye pend ku her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne.
* Çend pirrtir lê biçe, hind pirrtir bizewq e. ~ ‘‘[[Decimus Junius Juvénalis]]
* Ya te bihadartir standibe, dilnermtir jê hez dikî. ~ ‘‘[[Guillaume De Lorris]]
* Dilbertirîn tişt bo me ew e ya ku li ser me bihagiran sekiniye. ~ ‘‘[[Michel de Montaigne]]
* Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin. ~ ‘‘[[Thomas Adams]]
* Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan.
* Rojekê jî bê zewq neborîne!
* Ji bilî zewqa wan, ti tişt ne xema kesekî ye.
* Zewqa herî ewledar herî kêm tê nirxdan. ~ ‘‘[[Publius Ovidius Naso]]
* Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin. ~ ‘‘[[Publius Ovidius Naso]]
* Mirov herdem amade ne ji skandalan bawer bikin. ~ ‘‘[[Publius Ovidius Naso]]
* Coşdartirîn zewq ya gîrokirî ye. ~ ‘‘[[Publius Ovidius Naso]]
* Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî. ~ ‘‘[[Benjamin Whichcote]]
* Zewq e em wan tiştan bikin yên ku xelk bawer nake ku em dikarin bikin. ~ ‘‘[[Walter Bagehot]]
* Ger zewq bibe mijûliyek berdewam, ew êdî namîne zewq. ~ ‘‘[[Thomas Chandler Haliburton]]
* Ger bikarî zewqê û mifayê bikî yek, hemû para te ye. ~ ‘‘[[Quintus Horatius Flaccus]]
* Muzîk dermanek şirîn e bo derdan. ~ ‘‘[[Quintus Horatius Flaccus]]
* Gîroyî ruxîner e bo wan yên ku bo tiştekî amade ne jî. ~ ‘‘[[Marcus Annaeus Lucanus]]
* Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye. ~ ‘‘[[Dante Alighieri]]
* Hêdîka bilezîne. ~ ‘‘[[Caesar Augustus]] (Gaius Octavius)
* Yê lezok ne hişmend e. ~ ‘‘[[pendên çînî|pendek çîniyan]]
* Ji bahozê hez dikim û ji bayê hêwir ditirsim. ~ ‘‘[[Qiralîçe Kristîna]] (1626 - 1689)
* Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin. ~ ‘‘[[Qiralîçe Kristîna]]
* Hez û azwerî xwêya jiyanê ne. ~ ‘‘[[Qiralîçe Kristîna]]
* Bilezettirîn tişt ew e ku zewqê bo xelkê peyda bikî. ~ ‘‘[[Jean de La Bruyére]]
* Mirov lawirek xwarinçêker e. ~ ‘‘[[James Boswell]]
* Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ku têr zewqê jê bistînin. ~ ‘‘[[Kazuko Okakura]]
* Baştir biryar nîne ji wê ku dest ji lez û bezê berdî. ~ ‘‘[[Henry David Thoreau]]
* Yezdan afirandin erd û esman lê ti basa lez û bezê nekir. ~ ‘‘[[pendên fînî|pendek fînlendiyan]]
* Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike. ~ ‘‘[[Leo Baeck]]
* Mereqdarî bo mirovan gunehkariyek xwezayî û xweristî ye. ~ ‘‘[[Michel de Montaigne]]
* Me ti zewq yan qencî nîne ku piçek xirabî têkilî nebûbe.
* Hesûdî mereqdariyê diafirîne.
* Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e.
* Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin.
* Dijwarî çend xurt be, dijberî hind bihêztir dibe.
* Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. Tenê yê bi serê xwe digerre azad e.
* Gunehê xwe çend kûrtir gihandibe, hind şirîntir e.
* Agir jî ji razan asantir e bo ku mirov di devê xwe de bigire.
* Heza xwepesndana bi hindê ku razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ku ew raz bêt diyarkirin.
* Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ku ti niyet nîne ku wan li nik xwe biparêzin.
* Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e.
* Tevî ku du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin.
* Muzîk tek zimanê hevpar yê hemû dinyayê ye.
* Peyvên nerm, yên bêwate stranan diafirînin.
* Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin.
* Muzîk evînek e ku li peyvên xwe digerre.
* Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî.
* Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin.
Joseph Addison
* Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer?
* Rîsk tamê didin jiyanê.
* Di talûkeyan de bijî! Xaniyê xwe li betena Vesuvius ava bike!
* Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de.
* Zewqdartirîn tişt ew e ku basa wan belayan bêt kirin yên ku mirov jê filitiye.
* Tenê canê azad bi ebedî xort dimîne!
* Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be.
* Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî.
* Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr.
* Tenê derya kûriya deryayê dinase
* Li herderî derdorî min tenê av û esman e.
* Av, tenê av e li herderê.
* Derya siriştane hevpar e bo hemûyan.
* Derya bi hezaran awayan dikene.
* Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire.
* Betalî şirîn e.
* Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm.
* Ma keştî ji bilî zindanê çi ye?
* Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî.
* Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê.
* Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne.
* Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin.
* Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan.
* Piyaleyek meyê dikare tiştên seyr û sosret bike: dilî ji barê diltengker azad bike.
* Sê perdaq mey her kesî tînin ser rêya rast.
* Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe.
* Pesna meya kevn bide.
* Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne.
* Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e.
* Nîne evîn bêyî mey.
* Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî.
* Nîne şadî bêyî mey.
* Mey evînê dixe dilê te ger zêde venexwî.
* Mey jiyan e.
* Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike.
* Mey pişta xwe dide mirov: pêşî dost e û paşî dijmin.
* Mey yekem çek e ku şeytan pê êrişî xortan dike.
* Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e.
* Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê.
* Bêdengî têkiliya dilê jixwehay e li gel xwe.
* Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye.
* Di tevliheviyê spehîtî nîne.
* Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye.
* Spehîtî ji rêkûpêkiyê diafire.
* Tişta bikêr bedew e.
* Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî.
* Spehîtî xwe li ser bingehên pêdivîtiyê digire.
* Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e.
* Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye!
* Bawer dikim ku başî tenê ew e ku spehîtî di jiyanê de tê bikaranîn.
* Axiftin ji hev dike, bêdengî li hev tîne.
* Bo ku yekî bêdeng bikî, pêşî bi xwe bêdeng be.
* Bêdengî şert e daku bikarî xwe bigihînî bilindtirîn hişmendiyê.
* Her tiştê gir û gewre di bêdengiyê de diafire.
* Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye.
* Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin.
* Rewatiya hebûna spehîtiyê di wê bi xwe de ye.
* Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî.
* Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê.
* Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike. ~ ‘‘[[August Stringberg]]
|