Kêf û zewq: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 6:
| style="background-color: #f8f8ff; border: 2px solid #e2e2ff; padding: 0.6em;" |
 
* Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye.~ ‘‘''[[Sardanapalus]] (paşayê dawîn yê Asûryayê)
 
 
* Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.~ ‘‘''[[Alexis]] (300 bz)
 
 
* Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ku dê zû biqede.~ ‘‘''[[Erubin]] (450 bz)
 
 
 
* Ew dixwin, ew vedixwin, ew direqisin û distrin.~ ‘‘''[[Geoffrey Chaucer]]
 
 
* Nîne rengîntir zewq ji ramanê.~ ‘‘''[[Jorge Luis Borges]]
 
 
 
* Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin.~ ‘‘''[[Konfuçe]]
 
 
 
* Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.~ ‘‘''[[Epikuros]]
 
* Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî.
~ ‘‘''[[Epikuros]]
 
 
* Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e. ~ ‘‘''[[Jonathan Swift]]
 
 
Rêz 39:
 
 
* Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm. ~ ‘‘''[[Sokrates]]
 
 
* Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ku em bijîn tenê daku em bixwin.~ ‘‘''[[Se'diyê Şîrazî]]
 
 
* Cejn ji civatê çêdibe. ~ ‘‘''[[pendek inglîzan]]
 
 
* Zewq bi xwe tiştek baş e, tek tişta baş e. ~ ‘‘''[[Jeremy Bentham]]
 
 
* Bawer dikim ku dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. Lew min bo xwe kiriye pend ku her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne.~ ‘‘''[[Tobias Smollet]]
 
 
* Çend pirrtir lê biçe, hind pirrtir bizewq e. ~ ‘‘''[[Decimus Junius Juvénalis]]
 
 
* Ya te bihadartir standibe, dilnermtir jê hez dikî. ~ ‘‘''[[Guillaume De Lorris]]
 
 
* Dilbertirîn tişt bo me ew e ya ku li ser me bihagiran sekiniye. ~ ‘‘''[[Michel de Montaigne]]
 
 
* Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin. ~ ‘‘''[[Thomas Adams]]
 
 
* Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan.~ ‘‘''[[Thomas Paine]]
 
 
* Rojekê jî bê zewq neborîne!~ ‘‘''[[nenas]]
 
 
* Ji bilî zewqa wan, ti tişt ne xema kesekî ye.~ ‘‘''[[Publius Ovidius Naso]]
 
 
* Zewqa herî ewledar herî kêm tê nirxdan. ~ ‘‘''[[Publius Ovidius Naso]]
 
 
* Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin. ~ ‘‘''[[Publius Ovidius Naso]]
 
 
* Mirov herdem amade ne ji skandalan bawer bikin. ~ ‘‘''[[Publius Ovidius Naso]]
 
 
* Coşdartirîn zewq ya gîrokirî ye. ~ ‘‘''[[Publius Ovidius Naso]]
 
 
* Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî. ~ ‘‘''[[Benjamin Whichcote]]
 
 
* Zewq e em wan tiştan bikin yên ku xelk bawer nake ku em dikarin bikin. ~ ‘‘''[[Walter Bagehot]]
 
 
* Ger zewq bibe mijûliyek berdewam, ew êdî namîne zewq. ~ ‘‘''[[Thomas Chandler Haliburton]]
 
 
* Ger bikarî zewqê û mifayê bikî yek, hemû para te ye. ~ ‘‘''[[Quintus Horatius Flaccus]]
 
 
* Muzîk dermanek şirîn e bo derdan. ~ ‘‘''[[Quintus Horatius Flaccus]]
 
 
* Gîroyî ruxîner e bo wan yên ku bo tiştekî amade ne jî. ~ ‘‘''[[Marcus Annaeus Lucanus]]
 
 
* Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye. ~ ‘‘''[[Dante Alighieri]]
 
 
* Hêdîka bilezîne. ~ ‘‘''[[Caesar Augustus]] (Gaius Octavius)
 
 
* Yê lezok ne hişmend e. ~ ‘‘''[[pendên çînî|pendek çîniyan]]
 
 
* Ji bahozê hez dikim û ji bayê hêwir ditirsim. ~ ‘‘''[[Qiralîçe Kristîna]] (1626 - 1689)
 
 
* Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin. ~ ‘‘''[[Qiralîçe Kristîna]]
 
 
* Hez û azwerî xwêya jiyanê ne. ~ ‘‘''[[Qiralîçe Kristîna]]
 
 
* Bilezettirîn tişt ew e ku zewqê bo xelkê peyda bikî. ~ ‘‘''[[Jean de La Bruyére]]
 
 
* Mirov lawirek xwarinçêker e. ~ ‘‘''[[James Boswell]]
 
 
* Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ku têr zewqê jê bistînin. ~ ‘‘''[[Kazuko Okakura]]
 
 
* Baştir biryar nîne ji wê ku dest ji lez û bezê berdî. ~ ‘‘''[[Henry David Thoreau]]
 
 
* Yezdan afirandin erd û esman lê ti basa lez û bezê nekir. ~ ‘‘''[[pendên fînî|pendek fînlendiyan]]
 
 
* Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike. ~ ‘‘''[[Leo Baeck]]
 
 
* Mereqdarî bo mirovan gunehkariyek xwezayî û xweristî ye. ~ ‘‘''[[Michel de Montaigne]]
 
 
* Me ti zewq yan qencî nîne ku piçek xirabî têkilî nebûbe.
~ ‘‘''[[Michel de Montaigne
 
 
* Hesûdî mereqdariyê diafirîne.
~ ‘‘''[[Molière
 
 
* Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e.
~ ‘‘''[[Plutarkhos
 
 
* Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin.
~ ‘‘''[[Laotse (500 bz)
 
 
* Dijwarî çend xurt be, dijberî hind bihêztir dibe.
~ ‘‘''[[Jean de La Fontaine
 
 
* Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. Tenê yê bi serê xwe digerre azad e.
~ ‘‘''[[Aaro Hellaakoski
 
 
* Gunehê xwe çend kûrtir gihandibe, hind şirîntir e.
~ ‘‘''[[William Congreve
 
 
* Agir jî ji razan asantir e bo ku mirov di devê xwe de bigire.
~ ‘‘''[[Caius Petronius Arbiter
 
 
* Heza xwepesndana bi hindê ku razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ku ew raz bêt diyarkirin.
~ ‘‘''[[Samuel Johnson
 
 
* Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ku ti niyet nîne ku wan li nik xwe biparêzin.
~ ‘‘''[[Charles Caleb Colton
 
 
* Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e.
~ ‘‘''[[Musaios
 
 
* Tevî ku du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin.
~ ‘‘''[[pendek elmanan
 
 
* Muzîk tek zimanê hevpar yê hemû dinyayê ye.
~ ‘‘''[[Samuel Rogers
 
 
* Peyvên nerm, yên bêwate stranan diafirînin.
~ ‘‘''[[Edmund Waller
 
 
* Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin.
~ ‘‘''[[Platon (Efletûn)
 
 
* Muzîk evînek e ku li peyvên xwe digerre.
~ ‘‘''[[Sidney Lanier
 
 
* Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî.
~ ‘‘''[[Horacio Guarani
 
 
* Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin.~ ‘‘''[[
Joseph Addison
 
 
* Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer?
~ ‘‘''[[Honoré de Balzac
 
 
* Rîsk tamê didin jiyanê.
~ ‘‘''[[Alexander Smith
 
 
* Di talûkeyan de bijî! Xaniyê xwe li betena Vesuvius ava bike!
~ ‘‘''[[Friedrich Nietzsche
 
 
* Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de.
~ ‘‘''[[François Rabelais
 
 
* Zewqdartirîn tişt ew e ku basa wan belayan bêt kirin yên ku mirov jê filitiye.
~ ‘‘''[[Euripides
 
 
* Tenê canê azad bi ebedî xort dimîne!
~ ‘‘''[[Johann Paul Richter (Jean Paul)
 
 
* Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be.
~ ‘‘''[[Voltaire
 
 
* Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî.
~ ‘‘''[[Samuel Johnson
 
 
* Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr.
~ ‘‘''[[John Donne
 
 
* Tenê derya kûriya deryayê dinase
~ ‘‘''[[nenas (ji Nîti Sastras n. 1250)
 
 
* Li herderî derdorî min tenê av û esman e.
~ ‘‘''[[Publius Vergilius Maro
 
 
* Av, tenê av e li herderê.
~ ‘‘''[[Samuel Taylor Coleridge
 
 
* Derya siriştane hevpar e bo hemûyan.
~ ‘‘''[[Titus Maccius Plautus
 
 
* Derya bi hezaran awayan dikene.
~ ‘‘''[[Aiskhylos
 
 
* Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire.
~ ‘‘''[[John Keble
 
 
* Betalî şirîn e.
~ ‘‘''[[Decimus Junius Juvénalis
 
 
* Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm.
~ ‘‘''[[William Shakespeare
 
 
* Ma keştî ji bilî zindanê çi ye?
~ ‘‘''[[Robert Burton
 
 
* Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî.
~ ‘‘''[[Paul Valéry
 
 
* Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê.
~ ‘‘''[[John Fletcher
 
 
* Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne.
~ ‘‘''[[Homeros
 
 
* Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin.
~ ‘‘''[[John Gay
 
 
* Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan.
~ ‘‘''[[Pirtûkên Pîroz, Pendname
 
 
* Piyaleyek meyê dikare tiştên seyr û sosret bike: dilî ji barê diltengker azad bike.
~ ‘‘''[[Quintus Horatius Flaccus
 
 
* Sê perdaq mey her kesî tînin ser rêya rast.
~ ‘‘''[[pendek çîniyan
 
 
* Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe.
~ ‘‘''[[George Pettie
 
 
* Pesna meya kevn bide.
~ ‘‘''[[Pindaros
 
 
* Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne.
~ ‘‘''[[Columbanus (600)
 
 
* Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e.
~ ‘‘''[[Thomas Jefferson
 
 
* Nîne evîn bêyî mey.
~ ‘‘''[[Euripides
 
 
* Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî.
~ ‘‘''[[Euripides
 
 
* Nîne şadî bêyî mey.
~ ‘‘''[[Pesachim (n. 450)
 
 
* Mey evînê dixe dilê te ger zêde venexwî.
~ ‘‘''[[Publius Ovidius Naso
 
 
* Mey jiyan e.
~ ‘‘''[[Caius Petronius Arbiter
 
 
* Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike.
~ ‘‘''[[Henry Fielding
 
 
* Mey pişta xwe dide mirov: pêşî dost e û paşî dijmin.
~ ‘‘''[[pendek ewropiyan
 
 
* Mey yekem çek e ku şeytan pê êrişî xortan dike.
~ ‘‘''[[Eusebius Hieronymus
 
 
* Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e.
~ ‘‘''[[Alkaios
 
 
* Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê.
~ ‘‘''[[Aleksis Kivi
 
 
* Bêdengî têkiliya dilê jixwehay e li gel xwe.
~ ‘‘''[[Henry David Thoreau
 
 
* Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye.
~ ‘‘''[[Henri Amiel
 
 
* Di tevliheviyê spehîtî nîne.
~ ‘‘''[[Fîlonê Îskenderyayî (n. 10/15 bz - 50 pz)
 
 
* Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye.
~ ‘‘''[[Jonathan Swift
 
 
* Spehîtî ji rêkûpêkiyê diafire.
~ ‘‘''[[William King
 
 
* Tişta bikêr bedew e.
~ ‘‘''[[Platon (Efletûn)
 
 
* Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî.
~ ‘‘''[[Victor Hugo
 
 
* Spehîtî xwe li ser bingehên pêdivîtiyê digire.
~ ‘‘''[[Ralph Waldo Emerson
 
 
* Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e.
~ ‘‘''[[Khrysippos
 
 
* Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye!
~ ‘‘''[[Ben Jonson
 
 
* Bawer dikim ku başî tenê ew e ku spehîtî di jiyanê de tê bikaranîn.
~ ‘‘''[[Jean-Jacques Rousseau
 
 
* Axiftin ji hev dike, bêdengî li hev tîne.
~ ‘‘''[[Henry David Thoreau
 
 
* Bo ku yekî bêdeng bikî, pêşî bi xwe bêdeng be.
~ ‘‘''[[Mariano José de Larra
 
 
* Bêdengî şert e daku bikarî xwe bigihînî bilindtirîn hişmendiyê.
~ ‘‘''[[Ebdullah ibn Muqeffe
 
 
* Her tiştê gir û gewre di bêdengiyê de diafire.
~ ‘‘''[[Erik Gustaf Geijer
 
 
* Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye.
~ ‘‘''[[Thomas Carlyle
 
 
* Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin.
~ ‘‘''[[Keigemni (n. 2500 bz)
 
 
* Rewatiya hebûna spehîtiyê di wê bi xwe de ye.
~ ‘‘''[[Ralph Waldo Emerson
 
 
* Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî.
~ ‘‘''[[Oscar Wilde]]
 
 
* Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê.
~ ‘‘''[[Leo Tolstoy]]
 
 
* Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike.
~ ‘‘''[[August Stringberg]]