Kêf û zewq: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Ferhengvan (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
Ferhengvan (gotûbêj | beşdarî) Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 29:
* Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.~ ''[[Epikuros]]
* Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî. ~ ''[[Epikuros]]
Line 213 ⟶ 212:
* Tenê canê azad bi ebedî xort dimîne! ~ ''[[Johann Paul Richter]] (Jean Paul)
* Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be. ~ ''[[Voltaire]]
* Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî. ~ ''[[Samuel Johnson]]
* Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr. ~ ''[[John Donne]]
* Tenê derya kûriya deryayê dinase ~ ''[[nenas]] (ji Nîti Sastras n. 1250)
* Li herderî derdorî min tenê av û esman e. ~ ''[[Publius Vergilius Maro]]
* Av, tenê av e li herderê. ~ ''[[Samuel Taylor Coleridge]]
* Derya siriştane hevpar e bo hemûyan. ~ ''[[Titus Maccius Plautus]]
* Derya bi hezaran awayan dikene. ~ ''[[Aiskhylos]]
* Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire. ~ ''[[John Keble]]
* Betalî şirîn e. ~ ''[[Decimus Junius Juvénalis]]
* Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm. ~ ''[[William Shakespeare]]
* Ma keştî ji bilî zindanê çi ye? ~ ''[[Robert Burton]]
* Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî. ~ ''[[Paul Valéry]]
* Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê. ~ ''[[John Fletcher]]
* Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne. ~ ''[[Homeros]]
* Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin. ~ ''[[John Gay]]
* Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan. ~ ''[[Pîrozname]]
* Piyaleyek meyê dikare tiştên seyr û sosret bike: dilî ji barê diltengker azad bike. ~ ''[[Quintus Horatius Flaccus]]
* Sê perdaq mey her kesî tînin ser rêya rast. ~ ''[[pendên çînî|pendek çîniyan]]
* Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe. ~ ''[[George Pettie]]
* Pesna meya kevn bide. ~ ''[[Pindaros]]
* Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne. ~ ''[[Columbanus]] (600)
* Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e. ~ ''[[Thomas Jefferson]]
* Nîne evîn bêyî mey. ~ ''[[Euripides]]
* Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî. ~ ''[[Euripides]]
* Nîne şadî bêyî mey. ~ ''[[Pesachim]] (n. 450)
* Mey evînê dixe dilê te ger zêde venexwî. ~ ''[[Publius Ovidius Naso]]
* Mey jiyan e. ~ ''[[Caius Petronius Arbiter]]
* Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike. ~ ''[[Henry Fielding]]
* Mey pişta xwe dide mirov: pêşî dost e û paşî dijmin. ~ ''[[pendên ewropî|pendek ewropiyan]]
* Mey yekem çek e ku şeytan pê êrişî xortan dike. ~ ''[[Eusebius Hieronymus]]
* Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e. ~ ''[[Alkaios]]
* Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê. ~ ''[[Aleksis Kivi]]
* Bêdengî têkiliya dilê jixwehay e li gel xwe. ~ ''[[Henry David Thoreau]]
* Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye. ~ ''[[Henri Amiel]]
* Di tevliheviyê spehîtî nîne. ~ ''[[Fîlonê Skenderyayî]] (n. 10/15 bz - 50 pz)
* Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye. ~ ''[[Jonathan Swift]]
* Spehîtî ji rêkûpêkiyê diafire. ~ ''[[William King]]
* Tişta bikêr bedew e. ~ ''[[Platon]] (Efletûn)
* Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî. ~ ''[[Victor Hugo]]
* Spehîtî xwe li ser bingehên pêdivîtiyê digire. ~ ''[[Ralph Waldo Emerson]]
* Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e. ~ ''[[Khrysippos]]
* Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye! ~ ''[[Ben Jonson]]
* Bawer dikim ku başî tenê ew e ku spehîtî di jiyanê de tê bikaranîn. ~ ''[[Jean-Jacques Rousseau]]
* Axiftin ji hev dike, bêdengî li hev tîne. ~ ''[[Henry David Thoreau]]
* Bo ku yekî bêdeng bikî, pêşî bi xwe bêdeng be. ~ ''[[Mariano José de Larra]]
* Bêdengî şert e daku bikarî xwe bigihînî bilindtirîn hişmendiyê. ~ ''[[Ebdullah ibn Muqeffe]]
* Her tiştê gir û gewre di bêdengiyê de diafire. ~ ''[[Erik Gustaf Geijer]]
* Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye. ~ ''[[Thomas Carlyle]]
* Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin. ~ ''[[Keigemni]] (n. 2500 bz)
* Rewatiya hebûna spehîtiyê di wê bi xwe de ye. ~ ''[[Ralph Waldo Emerson]]
* Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî. ~ ''[[Oscar Wilde]]
* Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê. ~ ''[[Leo Tolstoy]]
* Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike. ~ ''[[August Stringberg]]
<p>
<B><i>'''Berhevkirin û wergerandin: Husein Muhammed: <a href="kmehname@yahoo.com">kmehname@yahoo.com</a></i></b>
<p>
|