http://www.kurdistanmedia.com/Kurmanci/rojnameya_Agiri/2/gotinen_mezinan.htm

¦ Siwarê hespê xelkê her tim peya ye.

¦ Bo her mirovekê çi peyvek ji navê wî şirîntir û çi gencineyek li jiyana vî mezintir nine.

¦ Mirovê xayîn li bin erdê be baştire heta ku li ser erdê be.

¦ Sê tişt hene ku nabe direngî lê bête kirin. 1.Weşartina mirî, 2.Bi xêr anîna mêvan, 3.Bi şû dana kiça giheştî.

¦ Bila mêrê egîd û xweşmêr qet tuxmê bê xîret û nebaş jê paş nekewin.

¦ Bexteweriyek ku li mal da peyda nebe, li kolanan da peyda nabe.

¦ Ev kesê ku hez çiyayê xwe neket, nikare ji deştê xelkê hez biket.

¦ Ev kesê ku tifê li dayîka xwe biket, tifê li hemû afretekê diket.

¦ Aferîn bo van kesan ku bi zimanê zikmakiyê xwe qise dikin û kilaman dibêjin û zimanê xwe wekî welatê xwe diparêzin.

¦ Jiyana bê jin wekî çirayeke bê ronahiye.

¦ Ger mal têr e, kaban şêr e.

¦ Bê qewmî ji qewmê xirab çêtire.

¦ Birîna xencerê çê dibe, lê birîna dijûnê çê nabe.

¦ Kurmê darê ji xwe nebe, dar xuloxe nabe.

¦ Nanê yekê bi avê da ço, got: bila xêra babê min bît.

¦ Heta mirovek neaxive, kes nizane ka derevîne an rast bêje.

¦ Mirovê wêrek serî bo çi tiştekê naçewîne cida ji heq û rastiyê nebe.

¦ Tirs birayê mirinê ye.

¦ Guleke biçûk baxçeyeke mezin dixemilîne.

¦ Baştirîn cih bo mirov, mala wî, bo şûr, kalan û bo dîtina dezgîran, rêya kaniyê serûpel