• Her dem tiştê xirap, bi xirabî û tiştê baş bi başî bibîne, bêy vê ku tu bizanî xwediyê vê kê ye.
  • Ne hinde hişik be ku bêyî şikandin, ne jî hinde nerm be ku wekî berikê bêyî pêçandin.
  • Ne mehtê tiştekê bike, ne jî dijûna jê re bide.
  • Rêncberê xwe be, axayê mala xelkê nebe.
  • Şola bike bi esas, bila dilê te nebe weswas.
  • Ev dostê te ye ku te digirînît nek evê ku te dikenînît.
  • Karê îro nehêle sibê re.
  • Xwe mezin neke, da ku tu neşkêyî.
  • Hindikê bide ber dasê, bila tu nemînî asê.
  • Nebe kevçiyê hemû girarekê.
  • Bidî biyanî, goştê ranî, vê li ser te da bihêt poşmanî.
  • Tu çi biçînî, tu vê dihilînî.
  • Nan bidî segan, belê nedî bê sifetan,
  • Nanê tirsiye xwe nede goştê bi mineta xelkê.
  • Heta kanî hebe, ava cihê nevexwo.
  • Bo biyanî çende bikî, li dûmahiyê her poşmanî.
  • Ne Gamêşê bike Mêş, ne jî Mêşê. bike Gamêş.
  • Here nav miletan, bila bigrî adetan.
  • Karê demekê, ne de axifitina salekê.
  • Tişta Aqil qebûl neke, bawir neke.

Çavkanî biguhêre