Çirûsk û Xwelî

Di Wikipediyayê de nivîsek li ser Husein Muhammed heye.

Kes

Husein Muhammed (z. 1980) dadwer, nivîskar û wergêrrek kurd e.


Agadarî

Ev pend ji berhevoka Husein Muhammed "Çirûsk û Xwelî" ne.

Bo hê pendên wî, binere:

Ji berhevoka "Çirûsk û Xwelî"

  • Derdê gelekan ji me ew e ku me ti derd nînin.
  • Em barê xwe bi îdeolojiyan giran dikin.
  • Diktator jî bi hêz û vîna gel dijîn.
  • Jiyan xewnek e, mirov dibîne.
  • Çawa Yezdan û Şeytan nîn in? Pa mirov çi ne!?
  • Piştî dest bi nivîsê kir, dev ji xwendinê berda.
  • Ez kêm caran hemfikir im - ta bi xwe re jî.
  • Her ramyar û ramanwerek gir û gewre, tûle û tolazek bêkêr û bêwec e.
  • Keçik delal e - hindî te ew tazî nedîtibe.
  • Ev dinya derewîn e - û ya bêt hê derewîntir e.
  • Dîrok heqiyê rast dernaxe.
  • Dê hemî hêviyên me bi cî bên? Xwedê neke.
  • Ji roja min dest bi temaşe- û guhdarîkirina nûçeyan kiriye, êdî nizanim ka bi rastî çi li dinyayê diqewime.
  • Mezintirîn nivîskar ti carî ti tiştî nanivîsin.
  • Bawerî çi û çawan be jî, heke alîgirên wê bûn gelek, ew dibe bela.
  • Gel bi xwe tewanbarî wê zordariyê ye ya lê tê kirin.
  • Her nivîskar, çend ku dibêje, gelek car hind vedişêre jî.
  • Sansûra mezin ne Dadgeha Ewlehiya Dewletê lê tu bi xwe yî.
  • Gelo ma qehremanên qehreman hene?
  • Hevalên hertim hemfikir hevalên derewîn in.
  • Di her henekbêjekî de gelek xemgîn dijîn.
  • Reşbîn be daku dilsar nebî.
  • Li evînê negere daku wê nebînî.
  • Dîrok me fêrî hunera derewkirinê dike.
  • Tenê sernerm dikarin jîr bin.
    Tenê serhişk dikarin dahî bin.
  • Ti tiştek ji vê berhemê bê sansûr nemaye - ta ev hevok jî.
  • Eger hemû hemfikir bin, hemû kêmfikir in.
  • Ti tiştî hindî ramanên mezin mirovên bêguneh nekuştine.
  • Zemawenda min û Xemê ye.
  • Hêvî heye lê bela serê me ye.
  • Mirovên nizanin sade bijîn, tê dikoşin bibin bilîmet.
  • Herdem ji bîr dikim ku bawerî bi mirovan nabe.
  • Roj nîne neqehirim - derman e.
  • Xwe ji rêbaz û prensîpan azad bike.
  • Türk Dil Kurumu: Saziya Zimanê Tirkî.
    Medya Tv: Saziya Zimanê Tirkî bo Kurdan.
  • Ew ne mirovên mezin in yên bi karên mezin radibin ji ber ku nikarin ên biçûk bi cî bînin.
  • Her dîn ne dahî ye.
  • Bi xwe serxweş im - alkohol pê nevê.
  • Evîn xapandin e - xwexapandin jî.
  • Heke ji dil bixwazî qenciyekê bikî, hew qenciyê bike.
  • Gelo ma ne dîn û îmana min ji sloganan diçû? Pa ev çi ne ez dinivîsim?
  • Jîrî û zanayî mirovî dikujin.
  • "Bê nan dibe lê bê azadî nabe." Ma ji vê mezintir derew hatiye kirin?
  • Bêkesî ne xweş e, bikesî derdek bêderman e.
  • Wî hind xwend ku rastiya jiyanê ji bîr kir.
  • Li min negire, ez nikarim nenivîsim.
  • Li mijaran negere, bihêle bila ew te bibînin.
  • Kes ji wî xwelîsertir nîn e yê ramanên wî ji hêza wî zêdetir bin.
  • Tu dê ticarî bêkêmasî nemînî lê ta ji te bê kêmasiyên xwe kêm ke.
  • Bizane ku nivîskar û siyasetvanên bi dîroka gelê xwe dixwirrin û pesnan didin, bawerî bi hêz û şiyana îroyîn ya gelê xwe nîn e.
  • Madem her tirkî ye,
    Apo be yan Ecevit, ferq çi ye?
  • Hertişt niha hind xweş e ku min nexweş dike.
  • Ma kî wek min xweş dinivîse - dema nanivîsim!
  • Min ev hemî gotin kirine? Na! Kirmê di min de.
  • Sansûr tiştek baş e. Heke sansûr nebe, ez dê neçar bimînim xwe bispêrim xwesansûriyê.
  • Dostaniya dostên hemfikir ne kûrtir e ji hemfikiriyê
  • Heke nikarî xwe biguherînî, dinyayê biguherîne.
  • Entelektuel? Ka?
  • "Biratiya gelan" şirîntirîn peyv e ku min bihîstiye - û xapînoktirîn jî.
  • Ew çi demokrasî ye heke mirov nikare bibêje: ev ne demokrasî ye?
  • Hemî ne-pozbilind derewker in.
  • Dîrokê peyitandiye ku pirraniya zordaran carekê aştîxwaz bûn.
  • Li vî zemanî gelek aqiltemam jî xwe dîn dihesibînin; baştir biqedir dibin.
  • Heke jiyan bêkêmasî ba, min dê nexwesta bijîm.
  • Kêm kesên hezkirî kesên qenc in.
  • Camêran broşûrên Ernesto "Che" Guevara difiroşin min, bi deh dolaran. Ser herdu çavan, ez ê bi dîwarê xwe ve bihilawîsim, bi deh dolaran - lê mixabin razî nebûn deh dolaran bidin min.
  • Gelek nivîskar nedilşad in ji ber ku xwendevan nîn in an jî kêm in. Nayê bîra wan ku heke xwendevan gelektir hebin, dê kêmasî û nehêjayiyên nivîskar zêdetir nav û deng bidin.
  • Madem Xwedê her tiştî dikare, gelo ew dikare nikare?
  • Siyasetvan tê dikoşin rêveberiya dewletan bikin ji ber ku nikarin rêveberiya zarokên xwe bikin.
  • Ne ditirsim ku belayek bêt serê min, ditirsim ku ti tişt neqewime.
  • Baş e ku pirraniya mirovan newêrek in. Wek din, wan dê xwe bikuşta.
  • Du birr mirov hene: hinek mîna te ne û hinek jî ji te cuda ne. Û ti ji herduyan jî ji te hez nakin.
  • Siyasetvan ji pesndana şehîdan hez dikin. Şehîd êdî ne xeter û talûke ne ji siyasetvanan re.
  • Çare nîn e. Bila nebe. Hebe jî namîne.
  • Ji hemî bîrdoz û bîreweriyan a herî gewer û pîroz xweperestî ye. - Dilê te jî wisan dibêje lê tu neheqiyê li xwe dikî û wê baweriya xwe difetisînî.
  • Heke mirov bi xeman bimirana, gelek ji me dê ji vê rezaletê xelas bibana.
  • Gelo ticarî tê bîra wan kesan ên wiha bi tundî û tûjî guhartinan dixwazin ku yên herî zêde pêdivî û hewcedarî bi guherînê heyî ew bi xwe ne?
  • Kêm kesan hindî min bawerî bi dîn û îdeolojiyan hebû. Û kêm kes hindî min ji wan dilsar bûne.
  • Pa vêca ew xwedayê mirovên hinde mejîreş û famkor afirandine bi xwe çawan e?
  • "Biratiya gelan" çîroka Qabîl û Habîl e.
  • Ez ne ewqas zîrek im ku bikarim sil bibim.
  • De vêca were û bikare bibêje: "Ez ji te hez dikim."
  • Daku jin ji te hez bikin, homo be.
  • Çi sûde û feyde ji bilîmet û dahiyan heye?
    Ew çend ramanan li pey xwe dihêlin û mirov sera wan ramanan bi milyonan ji hev dikujin.
  • Heke Şeytan nebe, Yezdan dê bo çi be?
  • Nivîskarî baştirîn tedawî û kembaxtirîn nesaxî ye.
  • Îro li bazarê ev di guhên min de diçingî:
    - Werinê, werin îdeolojiyan... germ û nerm... erzan û belaş... Werin îdeolojiyên niha biraştî.
  • Xirab ji qencan gelek zêdetir in, û yên qenc jî ji nezaniya xwe qenc in.
  • Bilîmet bêkes in lew heval û hogirên min pirr in.
  • Çiku ne ya min e, pirr dixwazim; ger a min ba, ez dê jê birevîma.
  • Xemgîn î ku berhemên te nayên weşandin? Ez hê zêdetir xemgîn im ku berhemên min tên weşandin û dikevin meydanê û herkes dikare wek gogê pê bilîze.
  • Olen onnellinen siitä, että teillä on minut ystävänänne.
    (Bextiyar im ku we hevalek wek min heye.)
  • Heke yekî derd nebin jî, ji xwe re peyda dike.
  • Gelo Xwedê jî serbilind e? Bi çi? Pirr ditirsim ku bi mirovan!
  • Xwelî li wî yê tê bikoşe şert û mercên wêjeyî û edebî di berhemên xwe de bi cî bîne: ew rastiyê ji bîr dike!
  • Piştî ku min ew nas kir, êdî piştrast im ku dahî û bilîmet mirovên herî pepûk in.
  • Radîkal: ew kes yên ku tê dikoşin dinyayê biguherînin ji ber ku nikarin xwe biguherînin.
  • Evîna dualî? Ew çi ye?
  • Pirsgirêk ne ew e ku ew kêm ji min hez dike. Pirsgirêk ew e ku ez zêde jê hez dikim.
  • Heke bixwazî ji her tiştî nerazî bî, dê jê nerazî bî.
  • Kurdî ne tenê ew e ya ez dizanim.
  • Li şûna bindestî stemkar û zordarê azadîxwaz baştir e mirov bindestî stemkar û zordarê basa azadiyê nake be.
  • Demokrasî jî dogmatîk e: nahêle mirov ne-demokrat be.
  • Em hemî ne nezan in; pirraniya me îdiyot in.
  • Mirov ji aştiyê aciz dibe lê min nebihîstiye ku ti zordarek li xwe poşman bûye.
  • Heke tu bi min re ne hemfikir bî, tu şaş î. Lê ev nayê wê wateyê ku heke tu bi min re hemfikir bî, tu dirist î.
  • Hertim ditirsim ji dest bidim tevî ku baş dizanim ku ticarî ne ya min bûye û ne jî dê ya min be!
  • Tenê wan şevan dinasim yên xewa min nayê.
  • Kî bêaqilî gotiye ku nezanî mirovan bextreş dike?!
  • Rûpûş, eba û kevînk bedewiya gelek jin û keçan vedişêre - û kirêtiya hê gelektiran.
  • Felsefeya jiyanê? Madem jiyan nebe, felsefeya wê bo çi ye!?
  • Hind baweriya min pê têt ku bawer nake baweriya min pê têt.
  • Dema ez li mirovan dinerim, dibînim ku Adem û Hawa gelek neşirîn bûn.
  • Bo ku dahî bî, ne hewce ye dîn bî lê divê xwe bi xelkê dîn bidî pejirandin.
  • Hemî siyasetvanên hezkirî derewkerên zîrek in lê mala Xwedê ava ku hemî derewkerên zîrek ne siyasetvan in; gelek ji wan yên bijare nivîskar in.
  • Ez bi tundî dijî xwe me.
  • Ji evîndarên berê û bitecrûbe bipirse daku bizanî ka evîn çi xwelî ye.
  • Demokrasî jî zordestî ye: ji bilî xwe ti rêbazên din qebûl nake.
  • Bê xem nikarim tiştekî binivîsim.
  • Hemî jiyana min henekek e, henekek kes naxwaze pê bikene, yariyek kes nalîze.
  • Hemî mirov dikarin bibin nivîskar lê tenê qeşmer dibin nivîskar.
  • Çima xwe mirov bihesibînin? Ma ew hêjayî hindê ne?
  • Me zimanê xwe ripîrût kiriye ji ber ku em newêrin "devokanî" binivîsin û bipeyivin.
  • Demokrasî jî bêdilî mirovan li ser wan hatiye ferzkirin.
  • "Mirov aqilê xwe ji bêaqilan digire." Madem wisan ne, gelek kes bi saya min jî biaqil bûne.
  • Ew pirsgirêk in yên tu dibêjî!? Heke wan, yên tu bawer dikî ku pirsgirêk in, pirsgirêk bihesibînî... ka ji berxa ber dilê xwe re bibêjim: te pirsgirêk nedîtine!
  • Heke herdem tiştê bêt têgihiştin û hezkirin binivîsim, ez dê ticarî tiştek watedar nenivîsim.
  • Roj nîne dilê min bi vê gula çilmisî neşewite lê her roj ji xwe re dibêjim: bila avdana wê bimîne sibê.
  • Dixwazim bibînim daku dilsar bibim.
  • Rêzgirî û hirmeta min ji her baweriyê re heye lê divê ew xwe biguherînin.
  • Nivîskar: ew kes in yên nikarin derewên xwe yên sade bi xelkê bidin bawerkirin loma pirtûkan dinivîsin daku bi bihaneya wan derewên xwe belav bikin.
  • Pirraniya mirovan mîna mihan sernerm in, û kî bixwaze dikare bibe şivanê wan. Û bi sond jiyana van mihmirovan tijî dilşadî ye.
  • "Cogito ergo sum." René Descartes şaş bû. Wî dixwest bibêje: "Em hene lê em nafikirin."
  • Heke bixwazî xelk xulamî te be, jê re bibêje ku tu xizmeta wan dikî; siyasetvan jî wisan dikin.
  • Xem gelek xweş in. Yên ji ber wan gilî û gazinan dikin, hema xem nedîtine jî.
  • Hergav ku têr gû dipeyivim, mijarê diguherînim û dest pê dikim tenê gû bipeyivim.
  • Sosyalîzm: belaya serê zengînan - û feqîran.
  • Raman û kirin pirrî caran dûrî hev in. Mala Xwedê ava.
  • Bextiyarî ne ti armanca jiyanê ye.
  • Em dijîn daku em bimirin.
  • Mirov dê her bimire, hindî zûtir e, çêtir e.
  • Hew gazinan bikin. Derew e ku di rewşek xweş de mirov bextiyar be. Tenê bi têkoşîn û xebata berdewam dijî astengî û pirsgirêkan mirov dikare bextiyar be; ne bi biserketinê.
  • Ti tiştî hindî NE-ezperestiya me ziyan negihandiye me; xelkê dilpakiya me baş ji xwe re bi kar aniye. Di nav vê 'xelkê' de gelek kurd jî hene.
  • Bi hêcet û bihaneya yeketî û yekdengiya kurdan bi hezaran kesên behredar û ramanwer hatine sermihkirin.
  • Ti tiştek wek bêhêvîtiyê hêzê nade mirov.
  • Nebîne daku bêriya wê nekî.
  • Eger dilê min nehatiba şkandin, min ê dilê gelekan bişkanda.
  • Ramanên nû pirr baş in - hindî neketibin pratîkê.
  • Mirov im, ji bîr nakim. Lê nizanim mirovbûn tê çi wateyê.
  • Yezdan, ez di gelek biwaran de bêhêz im, û min di gelek ji wan de her bêhêz bihêle!
  • Kerb hêz e.
  • Yezdan, hind gelek ji keçikê hez dikim ku hêvî dikim ku Tu min nekî bela serê wê!
  • Qehreman jî tenê keysperestên rewşa kembax in.
  • Her pirtûkek jiyanek e - jiyanek wek ya me derewîn.
  • Mirov çi bike jî, dîsan jî dibe xweşmirov be.
  • Yezdan, vê duaya min qebûl neke!
  • Eger dixwazî binivîsî, tenê hevalekê ji xwe re peyda bike: tenêtiyê.
  • Derdê dukesiyê derdek bêderman e.
  • Ez jî gelek keyfreş im bi nameyên te.
  • Ji quretiya xwe nefsbiçûk im.
  • Destkeftiyên qehremanan diyar û berçav in - term hê nehatiye binaxkirin.
  • Hindî hevaltiya me nêzîktir dibe, baştir tê digihim ka em çend dûrî hev in.
  • Ji kû bizanim ka tu bênfire yî yan sersar î?
  • Dema min nîne navdar bim.
  • Her dinivîsim - bi hêviya rojekê êdî nenivîsim.
  • Wê bêje ya bêt ber devê te; eger bifikirî, dê derewan bikî.
  • Ne ji ber jêhatîbûna xwe lê ji ber serhişkiya xwe bi ser ketime.
  • Pirraniya me ji ezperestiya xwe qenciyê dikin.
  • Bo ku xelk ji te razî be, wisan neke ku tu bi xwe ji xwe nerazî bî.
  • Xeman rêya vegotinê li min girtiye.
  • Evîn: jehremar.
  • Demokrasî ji bilî berjewendîperestiyê ne ti tişt e. Û divê her wisan bimîne jî.
  • Gelek xirab ji 'qencan' çêtir in ji ber ku xirabiya wan aşkira ye.
  • Eger dilê te bi xelkê bişewite, bizane ku hingê divê dilê te bi te bişewite.
  • Min dem nîne hesûd bim.
  • Lê nenerî, pozbilind î. Lê binerî, ji bêçaretiya xwe wa dikî.
  • Belê, S..., dikarim bi gelek zimanan biramim ji ber ku ramanên min pirr sade ne.
  • Hindî xunava memikên te hebin, ma mey bo çi ye?
  • Xweştirîn çîrok û helbest ew in yên di xewn û xeyalên me de zindî ne lê em nikarin zeft bikin.
  • Min bikuje lê dilê min bi xwe neşewitîne.
  • Hindî zêdetir dibêjî, kêmtir guh didim te.
  • Ti car ne cidî be daku nebî pêkenok.
  • Mirovatiya bê ceng û şer ne ti mirovatî ye.
  • Di siyasetê de tenê yên ne berpirsiyar dikarin rastgo bin.
  • Tenê kul û kovan dikarin bi agirê xwe dilê min germ bikin.
  • Di her rastiyekê de gelek derew veşartî ne.
  • Ti sinor hindî yên dilê te teng nînin.
  • Her nûxwaz paşî dibe kevneperest.
  • - Rastiyê bibêje.
    - Kîjan rastiyê?
  • Her tiştî du rû hene: yek tirş e û yê din jî tal e.
  • Kêm kes rastgo ne, herî kêm jî bo xwe.
  • Xwendin dikare çavan kor bike - bi mecazî jî.
  • Di şer de tiştê rast jî derew e.
  • "Umrê borî êdî nayê." Mala Xwedê ava ku tam wa ye.
  • Daxwaza parastina aştiya neyî nakim.
  • Eger ti kes ji te hez neke, bizane evîna te hind berz û bilind e ku kes nagihiyê.
  • Plankirin ango nekirîhiştin.
  • Şer rewşa normal e.
  • Carinan sed heval û hogir jî nabin derman bo tenêtiya min.
  • Bextiyar ew e yê li bextiyariyê negere.
  • Mirov wa hov û barbar in ku nikarin heywan bên hesibandin.
  • Baş bû ku hingê baweriya min ew bû tevî ku niha dizanin jî ku ew bawerî şaş e.
  • Reşbînî ne rastbînî ye.
  • Bi rastî aciz bûme ku her "nivîskar" gazinan dike ku nivîsîn dijwar e. Madem wa ye, bila nenivîsin.
  • Xelk dixwaze şerr hebin daku xwepêşandanan bikin û bibêjin divê şerr nebe.
  • Evîn bivok û xeter e; ji ber wê min gelek heval û hogir ji dest dane.
  • Xwezî min nexwesta binivîsim daku tiştek bo nivîsînê bihata bîra min.
  • Xwezî min hew bigota xwezî.
  • Hind dijwar e berbijarek baş bibînim da dengê xwe bidimê ku bi xwe bûme berbijar.
  • Armanc her xweperestî ye. Armanca hemûyan. Armanca te jî. Armanca min jî. Armanca vê pendê jî.
  • Nivîskar: komek mirovên tiştek din ji destan nayê.
  • Mirov dikare herdem bextreş be.
  • Ti tişt wek wê nexweş nîne ku dijminê xwe birîndar bibînim.
  • Bi diyarkirina piçek rastiyê dixwazin gelek rastiyê veşêrin.
  • Guhdarîkirin lê nebîstin yek ji hinêr û şiyanên giring e.
  • Em pirr pêşketî ne - bi hunera parastina derewên xwe.
  • Her kes nikare bibe nivîskar: her kes ne hind delodîn e.
  • Ev çi ye ku kesa/ê hat, dibêje: 'Evîna min dastanek bû!' Welle ya min tenê serêşî ye, serêşiyek temam.
  • Ti kes ji dostên qenc xirabtir dernakevin.
  • Dîroka evînê dîroka bextreşiyê ye.
  • Komunîzm: "Her tiştê te yê min e jî lê yê min ne yê te ye jî."
  • Bila em kêm bin da tiştek ji me bêt.
  • Herdem hêvî heye lê carinan ne pêdivî ye.
  • Camêr goştê berazan naxwe ji ber ku ne kannîbalîst e.
  • Di her derewê de rastî veşartî ye.
  • Du birr jin bextreş: yên kirêt û yên bedew.
  • Dîsan gulek bo biçilmise geş bûye.
  • Ta giham pesna te bidim, te qenciya xwe ji bîr kir.
  • Di peyvên şirîn de ti rastî nîne. Û di peyvên tal de jî.
  • Eger ne bi xêra newêran ba, niha mirovek jî sax nemabû.
  • Berê ez ker bûm ku min wisan dikir. Niha kertir im ku wisan nakim.
  • Yên xwelîbiser her tepeser in, vêca çîna serdest ya xanedanan, ya bazirganan yan jî ya karkeran be.
  • Rastî hêjayî pesndanê ye - eger li gor berjewendiyan be.
  • Divê yên bixwazin xwe bikujin bên lisêdaredan daku kes çav li wan neke.
  • Ma Nietzsche negotiye: "Tu dê biçî cem jinê? Şivê ji bîr neke!"
  • Kes ne dahî ye lê gelek kes xwe bi kar û xebatê dikujin.
  • Zerer û ziyana pasîfîstan ji ya şerxwazan pirrtir e.
  • Bê xapandin nameşe.
  • Ez ne "mirovên qenc" û ne jî "mirovên xerab dixwazim"; "mirov" tenê bo min bes in.
  • Ti kes ne gelek giring e.
  • Ji xweperestî û partîperestiyê, xweperestiyê bibijêre.
  • Xwezî aştîxwazan bizaniya ka ew bi rastî çi dixwazin.
  • Mirov ecêb in: nikarin rojekê jî bê xem bijîn.
  • Bawer nakim ku tişta objektîv rast be.
  • Eger ne ji pozbilindiya min ba, min qencî nedikir.
  • Derdê min: alîkariya hevalên xwe ji dil nekim, ez bawer dikim ku ne dilpak im; ji dil bikim, ew bawer dikin ku ne ji dilpakiyê dikim.
  • Dixwazim bi agirê awirên te bişewitim.
  • Gelek kes bo "ben kürdüm" xwe didin kuştin lê nabêjin "ez kurd im".
  • Jihevkirina rastiyê û nerastiyê bêhed dijwar e lê dikarim ji tiştekî bêşik piştrast bim: ne ronakbîr im û ne şoreşgêr im û ne jî dixwazim yek ji wan û ne jî ew herdu bim.
  • Li çolistana min ya hişk û beyar xunav tenê ji çavan dibarin.
  • Yê xirabiyan neke, qenciyan jî nake.
  • Ta jê dûr nebî, qedrê wan nizanî.
  • Quretiya wî em ji mirinê xilas kirin.
  • Ceribandin tehlîke ye: Xwedê jî xwe ceriband û encam derket mirov.
  • Petrol - bereket û xezeba Kurdistanê.
  • Yê ne xweperest be, ehmeq e.
  • "Hemû jiyana xwe li xwe gerîme." Ê welleh te ti nekiriye.
  • Qehremanê berê ne ti qehreman e.
  • Gelek xirab hene û pirraniya wan tê dikoşin daku xelk li gor daxwazên wan bê bikaranîn. Ditirsim ku mixabin ez bi xwe jî ji wan im.
  • Du birr jin hene: kirêt û makyajkirî.
  • Rastgo be - bo xwe.
  • Jin gul e. Avdanê ji bîr neke.
  • Yê nikare galteyan li xwe bike, nikare li xelkê jî bike.
  • Rastiya neyê bawerkirin nebêje.
  • - Ew kî ne?
    - Du tirkîziman û pênc jî kurdînezan.
  • Nizanim çima ji helbestên tê nagim hez dikim.
  • Ti tiştî bi temet evînê rêyên rûreşiyê nedane ber min - ji wan rûreşiyan ya herî mezin nivîskarî.
  • EXLAQ E: veşartina rastiyan, pejirandina derewan, kuştina hêviyan, koletiya partiyan...
  • Aştî xweamadekirina ji bo şer e.
  • Nûçeyên şer filmên xweş in.
  • Bê gan nameşe.
  • QANÛN: Bend 1. Ti qanûn nîne. Bend 2. Yê bi benda 1 neke, dê bêt cezakirin.
  • Bişar Axa gotiye: "Ez her axa me, serok Sedam be, Telebanî be, Barzanî be yan jî Öcalan be."
  • Eger hin gotinên nexweş derbareyî te bibêjin û tu bizanî ku ew gotin ne rast in, xemgîn nebe. Bifikire ka dê çend nexweştir ba eger ew gotin rast ban.
  • Yê jiyanek xweş hêvî kiribe, piştî bidestxistina armanca xwe poşman bûye.
  • Di aşop û xeyalên min de bêhejmar refên çîrokan difirrin. Û dema pênûsê digirim destê xwe, hemû li asoyê wenda dibin.
  • Agirê te dê min bike xwelî.
  • Çi li vî dilî bikim ku li te bûye bela?
  • Rastî jî kêm caran baş e.
  • Kerem bike bibijêre: berjewendiyên xwe yan yên Serok.
  • Nezanî hêz e, zanîn bêhêvîbûn e.
  • Hinek di şer de mirin. Yên mayî jî xwe li ser serê me mezin dikin.
  • Camêrekî kerem kiriye: "Çawan şoreş ti tiştî naguherîne? Navên serokan diguherîne."
  • Heqdar e ku baweriya wê bi min nemaye ji ber ku min herdem ew ji xwe giringtir dîtiye.
  • Demokrasî: Hêza gel. (Na na, ez tirrane û tinaziyan dikim.)
  • Ti tiştekî mîna "yeketiya kurdan" kurd bêmejî nehiştine.
  • *De vêca were bizane ka rastî çi ye!
  • Ti çare nîne - ji xweperestiya xwe serbilind be.
  • Xweperestiya wî gelek kes parastine.
  • Jiyan ziyan e.
  • Qet bawer neke. Ji van gotinan jî.
  • Bextewer im ku dema min têra hem nivîsînê û hem jî xwesansûriyê nekiriye.
  • Ya herî giring her negotî dimîne.

Çavkanî

http://www.mehname.cjb.net