Rojnameger Tayîp Temel, Gerênendeyê Giştî yê yekemîn rojnameya rojane ya li bakurê Kurdistanê derketî ya bi navê Azadiya Welat e. Di sala 1982'yan de li Colemêrgê ji dayîk bûye. Ligel rojnamegeriyê nivîskariyê jî dike. Bi sedemên polîtîk ji Zanîngeha Yuzunciyilê ya Wanê hate avêtin. Niha jî karê rojnamegeriyê dike û di hin malper û rojnameya O.Politîkayê de nivîsan dinivîse. Di operasyonên bi navê KCK'ê yên li hemberî sazî û dezgehên Kurdistanî de di cotmeha 2011'an de hat girtin. Di 12'ê îlona 2012'an de di koma yekemîn a Greva Birçîbûnê ya ji bo mafê parastina bi kurdî û çareseriya aştiyane hatiye destpêkirin, de cih girt û 68 rojan di grevê de ma. Di 1'ê tîrmeha 2014'an de serbest hat berdan û karê xwe yê rojnamegeriyê wekî Koordînatorê Televizyona Özgür Gün TV'ê domand.