Carine divê em zalim bin daku qenc bin

Agadarî

Ev pend ji berhevoka Husein Muhammedî ya bi navê "Carine divê em zalim bin daku qenc bin" e.

Bo xwendina hê pendên wî, binere:


Carine divê em zalim bin daku qenc bin

Carine divê em zalim bin daku qenc bin.


Koleyên xwe bernede. Dê bibin koleyên yekî dî.


Nikarim bibim mirovek mezin: yên berî min her tiştê mirovî dikin mezin gotiye û/yan kiriye.


Ya giring ew e ku car-car bextiyar bî. Ti tişt ji bextiyariya berdewam bêbertir nîne.


Ez kesek wisan xweperist im ku neçar im qenciyê li dostên xwe bikim.


Evîn hestek ji hêkê naziktir e: zû dişkê û êdî sax nabe.


Nexweperistî talûketirîn îdeolojî ye.


Tenê bi xweperistiyê dikarî bigihî encamên baş.


Tenê bi neçarkirinê dikarî xelkê bikî hezkerên xwe.


Di peydakirina hevalan de ti xweşî nîne lê jidestdana wan jandar e.


Hin xwe bi kirinê dikujin. Tu xwe bi ramanan nekuje.


Dinya tijî delalîkan e lê tu dilbera min î.


Stiranbêjên kurd ti heq nîne vê zilmê li guhên min bikin.


Dilsozî qencan bû ta ku fehma bû.


"Şehîdên nemir". Aha min ti car ev gotin fam nekiriye.


Mixabin min ya jinan pêwîst bi temamî bi cih neaniye. Guneha wan dê di stoyê min bimîne.


Em hemî kêmarî (mînorîte) ne.


Sîr bo wan kesan in yên bêyî sîr jî bên jê tê lê yên sîran bo xwe dikin hêcet.


Qenc hewceyî xiraban in.

Rûpelên têkildar

Çavkanî

Kovara MEHNAME, hejmar 61