Dost û dijmin
Dost û dijmin |
---|
Li pêş min nemeşe; belkî li dû te neyêm. Li pey min nemeşe; belkî nikarim rêberiya te bikim. Li gel min bimeşe û bi min re dost be.
Ti tişt nikare xwe bide navbera du dostên rast.
Dost ew e yê kêmasiyên dostên xwe tehemil dike.
Dostanî jî hindî pêdiviyên me yên bingehîn avê û agirî giring e.
Ti car ne bi tenê me dema dizanim ku tu li derekê yî - ca dûr bî yan nêz.
Ti rê ne dirêj e ger bi dostan re bî.
Dostanî xweşiyan xurt dike û xeman sivik dike bi ducarîkirina keyfan û parvekirina derdan in.
Em hem li ber tavê û hem jî li ber siyê dost bûne.
Dost ew koma mirovan in yên em dikarin pê re mirov bin.
Heval stirana dilê min dibîze û wê ji min re distire dema nayê bîra min bi xwe.
Ya herî baş ew e ku mirov bi kesek wisan re bikene yê ku heman tişt herduyan dikenîne.
Bila dostanî jî mîna meyê bigihe. Û bila mey û dostanî her kevnar bin û xem taze.
Erkê rastîn dostî ew e ku bi te re be dema şaş bî. Jixwe dema rast bî hema her kes li gel te ye.
Baştirîn dost - serekaniya dilxweşiya min li ziwastanê.
Ti kes li vê dinyayê nagihe pîvana xwe ya temam ger bi kêmî kesek nebe wî fam bike.
Dostê xwe yê rast bi herdu destan bigire.
Dost mîna kelehek xurt û nehej in dijî belayên jiyanê.
Bi dostan re mirov dikare bê gotin jî suhbetê bike. Ya giring ne axivîn lê azadiya neaxivînê ye.
Bihadartirîn diyariya hişmendiyê dostanî ye.
Li gel dostan rêya dirêj jî kurt dixwiye.
Dostên rast bi hev re li cudahiyan digerrin.
Dostanî tek ben e ku dinyayê bi hev ve girê dide.
Di navbera dostan de ti tişt ne bidawî ye.
Li rojên halxweşiyê dost me dinasin, li rojên tengasiyê em dostan.
Dostên min bi hezaran awayan sinordariyên min bo min kirine mafdarî û alîkariyî min kiriye ku bi rehetî li ber siyên xwe bimeşim.
Dema pêrgî kesekî tê, bi cilan wî dinirxînî, lê dema jê vediqetî, bi dilî.
Baştirîn têkiliyên dostanî xwe li ber dewsên dem û dewranan digirin.
Bi yê dost re dikarim resen bim, dikarin bi deng bipûnijim.
Zimanê dostan ne tenê peyvên pûç in.
Em hemî nestêle ne hindî ji me bêt hezkirin, û ti kes ne bêkêr e ger dostek hebe.
Dost ne tenê di harmoniyê lê di melodiyê de jî dijîn.
Her dostek dinyaya xwe ye - dinyayek ku belkî berî hatina wî her nebû. Dîtina wî dinyayek nû diafirîne.
Carine hevrê ji gihiştina binecihê giringtir e.
Dost dinyaya te ne - ca li kû bî jî.
Dostên baş ji maliyetê giringtir in.
Di dosta xwe de xwe-yek nû dibînim.
Yê dost di lehiya axivîna te digihe û dizane bersiva ya giring bide.
Dîtina dostek baş mîna hatina mal biewle ye.
Daristan wek gazî tê kirinê bersivê dide.
Dostanî pirrcarî dike xweşiya jiyanê û nîvî dike xirabiya wê. Ew tek derman e dijî bextreşiyê.
Dostanî çi ye? Giyanek hevpar e di du bedenan de.
Ken û hezkirina hevalan serî ji westînê distînin.
Divê dost jixwe-heyî yan bi tirraneyî neyên hesibandin çimkî ew bo jîndarmana me temetî xewê, xwarinê û bêndanê giring in.
Dema dostanî rehan dide, ew mîna darekê ye ya ku bahoz nikare bêxe.
Em nehatine şandin vê dinyayê daku çavdêr bin lê daku em arî hev bikin.
Dema dost daxwaza alîkariyê dikin, nabe em li benda sibê bimînin.
Bawer im ku dê di dilî de bim tevî ku ne li ber çavan im jî. Dostaniya rast xwe li ber dûrî û bêpêjniyê jî digire.
Heval û hogir, dildar û dilber nirxê me yê resen dibînin.
Dost herî baş tê digihin ka jiyan bo me tê çi wateyê, li rojên xweş û yên xirab pabendî me ne. Wan xezeba tenêtiyê şkandiye.
Dost ew e yê tê dema hemî yên din revîne.
Ti rê bi dostan re ne dûr e.
Xem bi xwe têra xwe heye, lê xweşî bêyî dostan nabe.
Baştirîn tiştê dikarim bo dostê xwe bikim ew e ku dostê wî bim.
Dema bêdengiya di navbera du mirovan de li xweşiya wan bêt, dostanî dest pê dike.
Armanca jiyanê ew e ku em jiyana hev asan bikin.
Dostanî mîna felsefeyê û hunerê "bêkêr" e... Ew ne şertê saxmanê ye, pirrtir sedemê hindê ye ku mirov sax bimîne.
Çivîkan hêlîn, tevnpîrkan tevn, mirovan dostanî.
Wa dixwiye ku bextiyarî bo parvekirinê hatiye çêkirin.
Dostanî meya jiyanê ye.
Dostaniya bêdaxwaz yek ji delaltirîn û kêmpeydatirîn aliyên jiyanê ye.
Dostanî fêkiyek e ku hêdîka digihe.
Dostanî darek sîberdar e.
Yê dost ji te hez dike tevî ku her tiştê te dizane.
Dostanî, xemrevînek germ... bişirek di nav awirên tarî de, ronahî li tarîtiyê - aramî, ewlehî, keyf.
Dikarî bêyî mirovan bî lê hewceyî dostekî yî.
Hevkarî bi du tîpan tê nivîsîn: em.
Ax çendî qenc in dostên dêrîn, mirov dikare bi wan re aqilsivik be jî.
Min herdem di dostaniyê de nirx daye hindê ku ne hewce bûye ti tişt bêt şirovekirin.
Dema dost li dûr be, em zelal dibînim ka çi yê wî ji me re bihadar e.
Dostê min çawan bim wisan ji min hez dike.
Tarîtî li dûr dimîne ger hema dostek jî yê baş hebe.
Xema parvekirî xema nîvîkirî ye.
Dostên dilsoz dilê te germ û nerm dikin.
Yê bizane bersiva dostaniyê bide, bihadartirîn dost e.
Dema dildarê te li dinyayê be û sax û saxlem be, bêrîkirin jî biharatek çêjdar e bo jiyana te.
Dostanî çi ye? Da bo te bêjim: bi yê dost re diwêrî xwe bi xwe bî.
Dostên dêrîn baştirîn dost in. Paşa herdem li pêlava xwe yên kevn dipirsî: xweştir li piyê wî dihat.
Ji ber ku tu sereguhiya min dikî û ez ya te... Me hev heye, û ti tiştek din ne xem e.
Noşî can be, dostê dêrîn. Hêvî dikim tu hezar salî bijî, û ez jiyana te binivîsim.
Dostaniya bê ti sedeman peyda dibe tek dostaniya bihadar e.
Dostanî afirandiyek e ku herdem ji xwe re li hogirekî digerre.
Dostanî hesîna bi wekheviyê ye.
Edetên hevpar xurttirîn benda dostaniyê ne.
Di navbera du dostan de du peyv bes in.
Dost ew mirov e yê dikarim jê re rastgo bim.
Nikarî min di heman demê de ji xwe re bikî dost û nazdarker.
Gazinan li dostê xwe bike ger ew şaş be lê wî nehêle.
Baştir e ew dost yê rexneya wî te baş dike ji wî yê serê te bi methan melhem dike.
Herî zêde bi asanî em li wan şaşiyên dostên xwe diborin yên ti têkilî bi me bi xwe re nîne.
Şarezayî sirişt û rewiştên dostên xwe be lê ne rabe wan nefret bike.
Evîn çi ye? Du giyan in di bedenekê de bûne yek. Pa dostanî? Du beden in lê giyanek.
Bêyî dost tu mîna destê çepê yî bêyî destê rastê.
Dostanî evîn e bê çeng.
Dostanî giyanê giyanan e.
Ti kes ne amade ye bê dost bijî tevî ku ti tiştek din jê ne kêm ba jî.
Tenê Xwedê baştir e ji wî dostî yê ku bi rastî dost e.
Dostaniya qut bibe ti car dest bi hebûnê nekiriye jî.
Nirx bide dostaniya dirêj didome mîna meyê ya bi kevnbûnê xweştir dibe.
Dostaniya rast hêdîka şên dibe û bi ser nakeve ger reh nede wê ya ku ji herduyan re bihadar e.
Hevaltî tiştek pirr baş e. hevaltî wisan diyar dibe ku ger pevçûnek çêbibe û çar kes dijî yekî bin, yê heval dê bêt alîkariya yê bi tenê.
Dost herdem hez dike û bira di tengasiyê de peyda dibe.
Bê dostaniyê jiyan ne ti ye.
Ne xweş e mirovî ti tişt hebe ger dostek nebe pê re parve bike.
Dostaniya rastîn herherî ye.
Ti kesî dostê xwe nehesibîne ta ku wek dost diyar nebe.
Baştirîn awayê peydakirina dostaniyê nîşandana dostaniyê ye.
Piçek dostanî heye lê dost na.
Dostên xwe hêdîka bibijêre; hê jî hêdîkatir dest ji wan berde.
Ji bîr neke ku alîkariyê bide nenasan jî: dostaniya bidestxistî ji paşatiyê jî bihadartir e.
Evîna bêsinor ji dostaniya bêkêmasî zêdetir peyda dibe.
Bawer im ku seksuelîtî bingeha hemî dostaniyê ye.
Gengaziya hezkirina ji yê xayin jixwe di biratiyê de ye û hema bêje şertê wê biratiyê ye.
Ma gotinek ji vê zêdetir mirovatiyê diherrimîne: di mijara pare dde dostanî bi dawî tê!
Dostanî tîrêjên biserkeftinê rontir dike û barê belayan siviktir dike.
Divê em hemberî dostên xwe wisan bin wek ku em hêvî dikin ku dostên me hemberî me bin.
Bizanin ku yê dostê xwe dostê xelkê ye jî.
Nan û meya xwe bi baştirîn dostê xwe re parve bike.
Ger mirov bi tenê biêşe, dilê dostê xwe dihêle.
Ti çol ne hindî jiyana bêdost dijwar e.
Wey ew enerjî ya ku di navbera du mirovan de diherrike.
Dostanî bi hindê bi dawî nayê ku tu ji ya xwe danayê û ez ji ya xwe.
Li dinyayê pirr kêm dostanî heye, û herî kêm ew di navbera kesên hevnirx de heye.
Bo dostên rast her tişt hevpar e.
Bo dostaniyê xurttir nînin ti bend ji planên hevpar û daxwazên hevbeş.
Dostanî kamiltirîn şiklê têkiliyan e.
Dostaniyê pêdivî bi berdewam lêborîna gunehan heye.
Dost ne tenê di belayan de pêdivî ne çimkî mirovê bextiyar hewceyî dostan e daku bextê xwe bi wan re parve bike.
Hemî rûmeta vê dinyayê ne beramberî dostekî ye.
Çêj û tama meyê û dostaniyê xweş dibe dema ew pîr dibin.
Oy, çendî xweş e destê dostê dêrîn!
Tenê di gihiştîbûna hiş û temenî de dostanî dikare bibe xweragir.
Bextiyar e ew xanî yê di bin banî ve dostek dijî.
Dostê te dost hene û dostên dostên te jî dost - lewre hişyar be.
Dost carine bi wateya xwe ve vale ye, dijmin qet na.
Dost ew e yê herdem pê dihese dema pêdivî pê hebe.
Xwedê ne armanc bû em hemî zengîn yan mezin yan navdar bin lê Wî viya em hemî bi hev re heval bin.
ÇavkanîHusein Muhammed, Kovara MEHNAME, hejmar 60 |